TJK-E’yê banga tevlîbûna çalakiyên bîranînê kir 2025-12-22 12:30:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo çalakiyên bîranînê yên ku wê bi wesîleya salvegera komkujiyên 2013 û 2022’yan ên li Parîsê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.   Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniya nivîskî da, komkujî şermezar kirin û bernameya çalakî û merasîmên ku wê li gelek bajaran bên lidarxistin, eşkere kir.   Di daxuyaniyê de ev tişt hat diyarkirin:   “Di salvegera komkujiyên Parîsê de em hêzên ku komkujî pêk anîne, şermezar dikin. Em şehîdên xwe yên Parîsê bi minetdariyeke mezin bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bîranînên wan bidin jiyîn.   9’ê Çileya 2013’yan li dijî yek ji damezrînerên PKK’ê, pêşeng û damezrînera Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd Sakîne Cansiz, berpirsyara Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a ku di xebatên ciwanên welatparêz de cih digire, li Parîsê bi organîzasyona MÎT’ê êrîşeke terorê pêk hat. Têkiliyên vê êrîşê yên navneteweyî hene. Ev êrîş di aliyê hiqûqî de nehate ronîkirin, lê belê PKK’ê ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê operasyonek pêk anî û 2 endamên MÎT’ê girt. Agahiyên ku her du endamên MÎT’ê dayî, ev komkujî di rêjeyeke mezin de ronî kiriye. Tevî ku komkujî piralî derket holê jî, dewleta Fransayê ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî hêzên qirker nedarizand û ev yek niha pirsgirêka esas e. Eger dewleta Fransayê tevî ev qas agahî-îspat û raya giştî, bi çavdêrkirina edaletê nêz biba û dîsa nêzîkatiyeke ji bo astengkirina komkujiyên hîna cudatir raber kiriba, taktîka çêkirina dosyayeke bi sînor a bi faîlê komkujiyê re nedihat şopandin. Dîsa di pêvajoya bi encambûna dosyayê û derbasbûna qonaxa dozê de, ragihandina mirina kujer di hişê mirovan de bû sedemê pirsê, jin û aliyê Kurd xiste gumanê. Bi mirina kujer re dosya hate girtin. Li ser vê yekê aliyê Kurd ji bo vekirina lêpirsîneke nû, daxwaz kir ku li dijî kesên komkujî dan kirin lêpirsînek were vekirin. Tevî ku ev daxwaz çend caran hate redkirin jî, di dawiyê de biryara lêpirsînê hate dayîn û di rewşa heyî de jî ev dosyaya lêpirsînê didome, lê tevî daneyên şênber jî pêşketinek çênebûye û ev yek bi me dide fikirandin ku dibe ev dosya were girtin.   Têkiliyên bi kujer re, nakokiyek cidî ye   Ji ber Komkujiya Parîsê ya Yekem nehat ronîkirin, komkujiya duyemîn hê bêperwatir û bi rengekî eşkere pêk hat. Ev rewş bû sedema ku Navenda Çanda Kurd, ku Kurd ziman, çand û nasnameya xwe lê diparêzin, wekî hedefa terorîstan were hilbijartin. Profîla kujer pir nezelal e. Tevî ku berê li dijî koçberan êrîş pêk aniye û di mala wî de cebilxane hatiye dîtin jî, ew tenê demek kurt hatiye girtin û tu qeyda îstîxbaratê li ser wî nehatiye çêkirin. Ew her wiha bi gelek zimanan diaxive. Dikare balafir û trenê biajo. Li malê guleyên barût çêdike. Tevî vê tu qeyda wî ya îstîxbaratê nîne. Wekî din, her çend wî hewl da ku xwe wekî neteweperestên tund nîşan bide jî, axaftinên wî yên di raya giştî de derketine holê, dibêje ku ji ber ew li herêma Saint Denis ku herêmek tejî koçber in, koçber nedîtiye Navenda Çanda Kurd hedef girtiye. Balkêş e ku sûcdarên her du komkujiyan bi herêma Saint Denis ve girêdayî ne. Xwezaya sûcdar a vê herêmê dibe ku ji bo komên cuda zemînek berhemdar peyda kiribe ku xwe rêxistin bikin û veşêrin. Lê belê dewlet tevî van ewqas sîstema ewlehiyê ne eşkerekirina tor û têkiliyên bi kujer re, nakokiyek cidî ye. Wisa xuya dike ku dozgeran baweriya xwe bi van îfadeyan anîne, ji ber ku doz wekî dozeke terorîzmê nehatiye destgirtin. Di rewşekê de ku kujer bi eşkereyî xwe dide girtin de, hiştina dozê di çarçoveya lêpirsîneke dadwerî de, dibe sedem ku êrîşa li ser gelê Kurd û avahiyên wan ên rêxistinkirî bibe wekî mijareke şexsî. Ev nêzîkatî di heman demê de rê li ber eşkerekirina hêzên li pişt kuştinan jî digire.   Pêvajoya aştî û civaka demokratîk   Ji sala 2013’yan heta 2023’yan nepêkhatina edaletê û bi zanebûn di rêyên veşartî de kirine mijara bazariyê, rê li ber komkujiya duyemîn vekir. Dûrxistina Kurdan her tim ji qanûnê, terorîzekirina wan û sûcdarkirina wan ji ber trajediyên ku ew dijîn, veguheriya stratejiyeke navneteweyî ya dewleta netewe. Yên ku vê stratejiyê bi rê ve dibin hêzên mêtinger in ku Kurdistan kirine çar parçe û niha wekî parêzvanên wê tevdigerin. Ji ber vê yekê komkujiyên li dijî Kurdan li Roboskî, Mereş, Cîzre û Nisêbînê hatin veşartin û hewl hat dayîn ku qurbanî wekî sûcdar werin nîşandan. Rêber Apo dixwaze bi rêya pêvajoya aştî û civaka demokratîk, vê rewşê biguherîne û neheqiya ku li ser Kurdan tê pêkanîn ji holê rake. Rêber Apo bi pêş xistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, naskirina nasnameya Kurd, tevlîkirina wê di nav pergala hiqûqî de û rewakirina mafên wan wekî armancek bingehîn danî holê da ku neheqiyên li ser Kurdan hatine kirin werin sererastkirin.    Lêpirsînkirin, darizandin û cezakirin   Ji ber vê yekê, wekî Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê û Kurdên li Ewropayê, ronîkirin û cezakirina kujerên herdu komkujiyên ku di navenda Ewropayê de hatine kirin, hem peywireke girîng e ji bo me û hem jî dê rêça xebata me ya siberojê diyar bike. Êrîşên li dijî gelê Kurd, saziyên wan ên rêxistinkirî û pêşengên wan heta niha nehatine zelalkirin; lêpirsîn hatine girtin û nehatine darizandin. Lê belê, li Ewropayê gelek kesên ku li ser navê Kurdan xebatê dikin bi tohmeta piştgiriya terorê hatine lêpirsînkirin, darizandin û cezakirin. Ji ber vê yekê, şopandina pêvajoya qanûnî û misogerkirina edaleta rastîn di komkujiyên Parîsê de pir girîng e.    Dabînkirina edaleta rastîn girîng in   Hemû xebat û çalakiyên me, yên berê û yên siberojê, ji bo xizmetkirina vê armancê ne. Ji ber vê yekê weke tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê û Kurdistaniyan bi qasî eşkerekirina van her du komkujiyên li navenda Ewropayê ya bi rêyên hiqûqî û cezakirina hêzên eleqedar ji bo me erkekî jêneger e, wê berê xebatên me yên ji niha û pê ve jî diyar bike. Ji ber ku êrîşên li hemberî gelê Kurd, saziyên birêxistinkirî yên gelê Kurd û pêşengên wan tên pêşxistin ji ber vê yekê nehatine eşkerekirin, girtina lêpirsîna wan û neveguheztina ji pêvajoya darazê re li ser vê bingehê hatine pêşxistin. Halbûkî gelek însanên me yên ku li Ewropayê li ser navê gelê Kurd xebat bi rê ve birine bi hinceta piştgirîdayîna terorê hem bûne mijara lêpirsînan hem hatine darizandin û hem jî hatine cezakirin. Ji ber vê yekê di komkujiyên Parîsê de şopandina pêvajoya hiqûqî û dabînkirina edaleta rastîn girîng in. Hemû çalakiyên ku me li dar xistine û hemû çalakiyên ku em ê li dar bixin xizmeta vê armancê dikin.   13’yemîn û Komkujiya Parîsê    Komkujiya Parîsê ya yekemîn dikeve salvegera xwe ya 13’yemîn û Komkujiya Parîsê ya duyemîn jî dikeve salvegera xwe ya sêyemîn. Weke tevgera jinên Kurd ên li Ewropayê em mudaxilên her du dozan in. Di berhevkirina delîlan û eşkerekirina heqîqetê de em ê girêdayî çalakîbûn, avakirina raya giştî  û şopandina pêvajoya hiqûqî berpirsiyariyên xwe heya dawiyê bi cih bînin. Ji ber vê yekê em her du dozan ji nêz ve dişopînin û hewl didin erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Weke egereke berpirsiyariyên me em parvekirina agahiyên heyî û qonaxa pêvajoyê ya li gel raya giştî weke erkekî dibînin. Ji bo eşkerekirina her du komkujiyan û dabînkirina edaletê em ê îsal jî bêyî navber çalakiyên xwe li dar bixin û dubare diyar dikin ku ji bo eşkerekirina van komkujiyan tevlîbûna hemû Kurdan, jinan û avaniyên demokratîk mirovî, hiqûqî, wijdanî û exlaqî ye.   Em ê bi berdewamî li qadan bin   Dabînkirina edaletê zehmet be jî nepêkan nîne. Ger ji bo dabînkirina edaletê hemû çalakiyên tên lidarxistin, gotinên tên kirin û helwesta tê nîşandan sûcdaran aciz bike, ji bo acizkirina zêdetir em ê bi berdewamî li qadan bin. Teraziya edaletê ne di destê jineke ku çavên wê hatine girtin de ye berovajî wê di destê bi hezaran jinên ku çavên wan vekirî, hesabê dipirsin û têkoşînê dimeşînin de ye û li gel biryardarî û baweriya ku wê ew terazî heqîqetê dabîn bike em careke din şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku şehîdên me dilên me germ dikin û rêya me ronî dikin.”