Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin bibîranîn 2025-12-22 15:37:04   ÎZMÎR - Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, li Îzmîrê ji hêla hempîşeyên xwe ve hatin bibîranîn. Rojnamegeran, got ku dê têkoşîna heqîqetê bidomînin.    Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di 19’ê Kanûna 2024’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yan qetil kiribû, bi çalakiyekê bi bîr anîn. Çalakiya bîranînê, li avahiya Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Îzmîrê hat lidarxistin. Gelek welatî jî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya bîranînê de wêneyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi find û çîçekan hatin xemilandin.    Endama MKG’ê Naz Ozek di bîranînê de axivî û got: “Hevrêyên me rojnameger bûn û ji bo rastiyê bi cîhanê re parve bikin li wir bûn. Bi ser qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan re salek derbas bû. Li ser wesayîta wan nivîsa 'Çapemenî-Press' hebû lê dîsa jî hedef hatin girtin. Tevî vê jî saziyên mafên mirovan ên navneteweyî têkildarî qetilkirina wan lêpirsînek neda destpêkirin û bêdeng man. Me careke din dît ku dema mijara behsa xeberê dibe Kurd, an dibin dijmin an jî xwe li ker û laliyê didanin. Lêbelê em weke generalên biçûk ên Apê Mûsa, em ê li pey rastiyê bin û hesabê vê bipirsin. Em ê destûrê nedin ku kamera bikevin, pênûs bên şikandin. Rêya wan dê doz û têkoşîna me ronî bike. Em ê hevrêyên xwe yên di vê rêyê de canê xwe feda kirine tu caran ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”    Piştî axaftinan, sînevîzyoneke têkildarî Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hate pêşandan.    Piştî sînevîzyonê, hempîşeyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan axivîn. Rojnameger Can Kirbaş, diyar kir ku Nazim û Cîhan Bîlgînê têkoşîna nivîsandina heqîqetê didomandin û ev têkoşîna ji Mûsa Anter, ji Gurbetellî Ersozê dihat. Can Kirbaş, got ku dê vê têkoşîna heqîqetê bidomînin û pênûsa wan li erdê nehêlin.     Rojnameger Nûjîn Yildiz jî diyar kir ku qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ne tiştekî rasthatî bû û got: “Têkoşîna li Bendava Tişrînê nîşan didan. Derewên çapemeniya Tirk teşhîr kirin. Bi xêra wan haya me ji heqîqetê bû. Nekarin heqîqetê veşêrin lewma jî hevalên me qetil kirin. Çapemeniya Azad her tim hedef hate girtin. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em heqîqeta kedkarên Çapemeniya Azad weke mîrate ji me re hiştiye dewr bigirin û heqîqetê nîşan bidin. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajo dest pê kir. Heke hûn ji aştiyê bawer bin, wê demê divê Tirkiye hesabê komkujiyan bide. Heke ev nebin, ne bawerim aştiyeke rast neyê. Em jî dê vê têkoşîna heqîqetê bidomînin.”    Rojnameger Ugurcan Boztaş jî got: “Zextên ser Çapemeniya Azad her tim hebûn û hêj hene. Em jî hewl didin li dijî van zextan bibin bersiv. Em jî hewl didin li dijî van polîtîkayên qirêjî bibin bersiv. Pêkvejiyana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşanî hemû dinyayê dan. Em ê têkoşîna wan derxin lûtkeyê.”    Piştî axaftinan, bîranîn bi dawî bû.