Der barê gumanbarê destdirêjiyê de biryara tahliyeyê 2025-12-26 18:07:13   MUGLA - Di doza gumanbarê ku destdirêjî li zarokekê kiribû dihat darizandin de, ji destdirêjiya zayendî biryara beratê hat dayîn û der barê gumanbar de biryara tahliyeyê hat dayîn.   Li navçeya Bodrum a Muglayê di meha îlonê de mêrê bi navê M.D destirêjî li zarokekê kiribû. Piştî zarokê ji malbatê re bûyer vegot M.D hat binçavkirin û girtin. Doza ku gumanbar jê dihat darizandin biryara wê hat dayîn.   Heyeta dadgehê ji destdirêjiya zayendî biryara beratê hat dayîn û ji sûcê îstîsmara zayendî 4 sal û 3 meh ceza hat birîn û her wiha dadgehê biryara tahliyeyê da.