Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê kirin 2025-12-27 09:51:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin.   Êrişên hêzên komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku piranî Kurd lê dijşn, berdewam dikin. Komên çekdar danê êvarê bi çekên giran êrişeke din li ser taxan dan destpêkirin.   Hêzên Ewlehiyê yên Helebê diyar kirin ku Hikûmeta Demkî berpirsiyarê êrîşan e, ku wan ev yek şermezar kir.   Di heman demê de, wêneyên ku li ser medyaya sanal belav dibin nîşan didin ku komên çekdar wesayîtên zirxî yên giran, wekî tank, li dora her du taxan bi cih dikin.