400 çalakvanên mafên mirovan banga berdana Zehra Şehbaz Teberî kirin 2025-12-27 13:26:47   NAVENDA NÛÇEYAN - 400 çalakvanên mafên mirov û xelatgirên nobelê yên ji welatên cûda, bi daxuyaniyek hevbeş cezayê darvekirinê yê ku rejîma Îranê li girtiya siyasî Zehra Şehbaz Teberî biriyî şermezar kirin. Hat gotin ku jinên li dijî zilma desthilata Îranê radibin, rûbirûyê cezayên darvekirinê dibin.   400 çalakvanên mafên mirov û xelatgirên nobelê yên li ser asta cîhanê, li dijî cezayê darvekirinê ku li girtiya siyasî ya bi navê Zehra Şehbaz Teberî daxuyaniyek dan û banga demildets betalkirina cezayê darvekirinê da.   Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bêy amadebûna parêzeran û bi rêya online cezayê darvekirinê li Zehra Şehbaz Teberî hatiye birîn û bi sucên siyasî hatiye tawanbarkirin. Hatiye gotin ku sedemê cezakirinê tenê ji ber hilgirtina tabloya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye.   Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin ku di 40 salên borî de desthilata Îranê cûdakariya zayendî ferz kiriye û bi hezaran girtiyên siyasî yên jin bidarve kiriye. Bi taybetî jî di komkujiya 1988’an a li Îranê de.   Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye gotin: “Îran li ser asta cîhanê di nava welatên ku herî zêde cezayên darvekirinê li ser jinan pêktîne de cih digre. Dosya Zehra Şehbaz Teberî wê yekê nîşan dide ku jinên li dijî zilma desthilatê radibin, rûbirûyê cezayên darvekirinê dibin. Lê jinan şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dan destpêkirin û pêşengtiyê ji berxwedana seranserî ya li dijî Zilmê re kirin û bêdeng nabin.”   Di dawiyê de jî banga demildest berdana Zehra Şehbaz Teberî hatiye kirin û daxwaz ji tevayî welatên cîhanê hat kirin ku piştgiriyê bidin têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê.   Zehra Şehbaz Teberî (67) endazyara elektrîkê ye, xelkê bajarê Reşte û li parêzgeha Gîlan rudine. Roja 17’ê Nîsana 2025’an ji aliyê hêzên Îranê ve li mala wê bêy biryara dadwer hat binçavkirin. Ji aliyê Şaxa Yek a Dadgeha Şoreşê ya bajarê Reşt ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.