Dadgeha Bilind têkildarê doza Narîn Guran biryar da 2025-12-29 15:43:29   AMED - Dadgeha Bilind cezayên ku di doza Narîn Guran de ji Salîm, Yuksel û Enes Guran re hatibûn dayîn, erê kir, lê cezayê Nevzat Bahtiyar betal kir.   Derbarê kuştina Narîn Guran a 8 salî de ku di 21'ê Tebaxa 2024'an de li taxa ya Çulî ya navçeya Rezana Amedê winda bûbû û cenazeyê wê di 8'ê Îlonê de hatibû dîtin, diya wê Yuksel Guran, apê wê Salîm Guran û birayê wê yê mezin Enes Guran bi sûcê "Kuştina bi zanebûn a zarokekê de" cezayê muebbetê yê girankirî li her yekî hatin birîn.   Nevzat Bahtiyar bi sûcê "tunekirin, veşartin û guhertina delîlan" 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Îtîraz ji aliyê Daîreya Ceza ya 1'emîn a Dadgeha Îstînafê ya Herêma Amedê hat nirxandin û ceza ji hêla qanûnî ve maqûl dît. Doz paşê ji Dadgeha Bilind re hat şandin.   1'emîn Dadgeha Bilind cezayên "hepsa heta hetayê ya girankirî" yên ku li Salim, Yuksel û birayê wê yê mezin Enes Guran hatibûn birîn, erê kir.    Biryara derbarê Nevzat Bahtiyar de ku sûcê xwe îtîraf kiribû, hate betalkirin û biryar hate dayîn ku Nevzat Bahtiyar bi sûcê "alîkarîkirin kuştinê kiriye" were darizandin.