Li 7 navendan çalakiyên şermezarkirina êrişên li ser Şêxmeqsûd 2026-01-10 14:55:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên komên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê yên li ser taxa Şêxmeqsud a Helebê, li bajarên Tirbespiyê, Kobanê, Hesekê, Amûdê, Şedadê, Çilaxa û Til Birak hatin şermezarkirin.   Meş, çalakî û daxuyaniyên şermezarkirinê, ji aliyê Kongra Star, Partiya Suriyeya Pêşerojê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, çalakvanên sivîl û şêniyên bajaran ve hatin pêkanîn.    Di çalakî, meş û daxuyaniyan de êriş bi tundî hatin şermezarkirin, dirûşmeyên ku piştgiriya berxwedana Şêxmeqsud vedibêjin hatin berzkirin.   Di axaftinên hatin kirin de şehîdên berxwedanê, her wiha şehîdên komkujiya Parîsê hatin bibîranîn û soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn.   Çalakiyên li Tirbespiyê û Çilaxa ji aliyê Kongra Star, li Kobanê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li Amûdê ji aliyê çalakvanên sivîl û gel ve, li Şedadê û Til Birak ji aliyê Partiya Suriyeya Pêşerojê, li Hesekê jî, ji aliyê Hêzên Ewelakiryê ve hat lidarxistin.