Kongra Star: Ji Parîsê heta Şêxmeqsûd komkujî didomin 2026-01-10 16:08:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anî û berxwedana dîrokî ya li Helebê silav kir.   Kongra Star a bajarê Dêrîk û Girkê Legê bi daxuyaniyekê êrişên komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin, her wiha şehîdên Komkuijya Parîsê bi bîr anîn.   Daxuyanî li Qada Şehîd Xebat a bajarê Dêrîkê ji aliyê hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Ayhan Murad ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de hate gotin ku bîranîna Sakîne Cansiz û hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bûn sembola berxwedana jinên azad û gelên Kurd wê her di dilê me de bijîn.   Kongra Star di derbarê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jî wiha got: “Komên çete û dewleta Tirkiyê sucên şer didin meşandin.”   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êrîş dê îradeya gel neşkîne û piştgiriya xwe ji bo berxwedana gelê Helebê diyar kirin.   Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî, Neteweyên Yekbûyî jî hat kirin ku bi berpirsiyariyên xwe rabin.