Ji Amedê ji bo xwedîderketina li Rojava bang 2026-01-10 10:10:58   Rabia Onver- Pelşîn Çetinkaya   AMED - Jinên li Amed li hember êrîşên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bertek nîşan dan û banga hevgirtinê li Rojava (Sûriye) kirin.   Êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku di 6'ê Çileyê de dest pê kirin, berdewam dikin û lî dijî van êrîşan berxwedana gel jî mezin dibe. Di êrîşên li ser taxan de gelek sivîl hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Bi hezaran welatî koçber bûn û tax hîn jî di bin dorpêçê de ne.   Li gelek bajarên li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê, gelê Kurd û alîgirên wan ji bo protestokirina êrîşan derketin kolanan, hevgirtina xwe bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re anîn ziman û xwestin ku êrîş tavilê rawestin.