Elîf Çetînbaş tehliye bû 2026-01-12 20:35:04   ENQERE - Elif Çetinbaş, ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî bû, hate berdan.   Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, ku di 5 salên dawî de yek jî girtiyeke siyasî ya jin nehatiye berdan, cezayên 14 girtiyên siyasî gelek caran hatine paşxistin û berdanên wan bi awayekî keyfî ji hêla Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ve hatine paşxistin.   Berdena Elif Çetinbaş, hevseroka berê ya Şaxa Bajarê Mûşê, ku ji sala 2015'an vir ve girtî ye, jî du caran ji hêla biryarên Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ve hate astengkirin. Di 5 salan de cara yekem e ku ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê berdanek çêbû. Elif Çetinbaş îro hate berdan.   Jinan li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê bi kulîlkan Elif Çetinbaş pêşwazî kirin.