NY: Piştî berdana DAIŞ'iyan şer zêde dibe 2026-01-22 11:31:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser rewşa Sûriyê û got divê rêz li hiqûqa navneteweyî bê girtin û sivîl bên parastin û piştî berdana DAIŞ'iyan şer dijwartir dibe.   Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê rewşa Sûriyê de daxuyaniyek da û bal kişand ser encamên pevçûnan. NY'ê diyar kir ku ji ber pevçûnên di navbera HSD'ê û “Hikûmeta Sûriyê” de nêzîk 120 girtiyên DAIŞ'ê ji girtîgehê reviyan e û bal kişand ser van agahiyan: “Sekreterê Giştî bang li hemû aliyan kir ku divê li Sûriyê ji hiqûqa navneteweyî re rêz bê girtin û sivîl bên parastin. Pêwiste ewlehiya tesîsên ku girtî lê dimînin jî bê girtin.”   Di daxuyaniyê de banga berdewamkirine diyalog û muzakereyê hate kirin û wiha hate gotin: “Ligel ragihandina agirbestek çar rojan jî agahiyên pevçûnan tên. Em ji van agahiyan bi fikar in. Bi taybetî bi boneya êrişên li ser binesaziyê welatî zehmetiyên dikişînin.”