Li Mêrdînê ji bo Rojava çalakiya deng derxistinê 2026-01-22 22:04:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca piştgiriya berxwedana Rojava çalakiyên deng derxistinê û lêdana korneyan pêk hat.   Çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava didomin. Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, çalakiyên dengderxistinê û lêdana korneyan pêk hat.   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê konvoyê ji petrola Bariş destpê kir û dirûşmeyên ‘bijî berxwedan Rojava’ hatin berzkirin. Her wiha gel ji paçe û şaneşînên malên xwe çalakiya deng derxistinê pêk anîn.   Dêrik   Li Dêrikê jî ciwanan bi fîşekên hewayî êrîş şermezar kirin.