Berxwedana Rojava li Hewlêr û Germiyan hate silavkirin 2026-01-23 16:47:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Ligelek bajarên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrişên komkujiyê yên HTŞ û DAIŞ'ê meş û çalakî hatin lidarxistin.   Ligelek bajarên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê  meş û çalakî hatin lidarxistin.   Germiyan   Li navçeya Kelarê ya ser bi Germiyan ve bi hezaran kes daketin qadan û piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê anî ziman. Girseya li nava bazara Kelarê hatin cem hev bi sloganan dest bi meşê kirin.   Di çalakiyê de ji jinan bigire heta zarok, rewşenbîr, hunermend û mamosteyên olî cihê xwe girtin. Di çalakiyê de bênavber diruşma, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin. Di axaftinên hatin kirin de piştgiriya ji bo Rojava hate ziman û ji bo serkeftinê îşaret bi pêwistiya yekîtiya neteweyî hate kirin.   Hewlêr   Li Hewlêrê jî girseyek mezin ji bo pişgiriya Rojava li Parka Şar ya Hewlêrê kom bû. Pankartên piştgiriya Rojava tînin ziman vekirin, sloganên, “Kurdistan yek e” û “Bijî Berxwedana Rojava” berz dikin. Îro ligel sed hezaran kesên li Silêmaniyê meşiyayîn li Hewlêr û gelek deverên din ên Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên mezin pêk tên.