SOHR: Li Kobanê krîza însanî giran dibe 2026-01-24 14:17:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku li Kobanê sektora tenduristiyê ji xizmetê derketiye û zarok ji ber kêmxwarinê û sermayê jiyana xwe ji dest didin.    Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sektora tenduristiyê li ber hilweşînê ye û krîza însanî yekser zarokan hedef digire. Li gorî SOHR’ê; dorpêç û tunebûna li bajar êdî rê li ber mirinan vedike.    4 zarokan jiyana  cwe ji dest dan   Bijîşkekî li Nexweşxaneya Umutê ya Kobanê dixebite, ji SOHR’ê re axivî û got ku 4 zarokan ji ber xwarina kêm û hewayê sar jiyana xwe ji dest dane. Heman çavkaniyê diyar kir ku ji ber qutkirina ceyranê nikarin oksîjenê bidin zarokên nû ji dayik dibin û zarok di dema welidînê de jiyana xwe ji dest didin.    krîza însanî giran dibe    SOHR’ê, da zanîn ku krîza însanî ya li bajar roj bi roj girantir dibe û mamayê pitikan û pêwîstiyên sereke hema hema qediyane. Hat gotin ku li bajêr ava paqij nayê peydakirin, welatî neçar dimînin ava qirêjî bi kar bînin û ava dawî ya di depoyan de tê bikaranîn.    SOHR’ê, diyar kir ku sedema vê rewşa giran jî dorpêça komên êrişkar e. SOHR’ê got ku li rexekî ser navendê dorpêç heye û li rexa din jî li dijî gundan êriş tên kirin û HSD jî bersiva van êrişan dide.