Jî Pirsûsê bang kirin: Deriyê sînor vekin 2026-02-01 13:26:37   RIHA - Di daxuyaniya ku li Pirsûsê hat dayîn, hate diyarkirin ku girtina yekane deriyê mirovî yê li Kobanî vedibe ne pirsgirêkek ewlehiya sînor e, helwestek  siyasî ya zelal e û demildest banga vekirina deriyê sînor hat kirin.    Platforma Hezên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Rihayê, li dijî dorpêça Kobanê ya ji 18'ê Çileyê ve li Pirsûsa Rihayê daxuyanî da. Serok û endamên baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê, OHD, KESK, ÎHD, Haber Sen, SES û gelek nûnerên sazî û dezgehên sivîl û siyasetmedar tevli daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de pankartên li ser, “Bila korîdora mirovî bê vekirin” û “Em li gel Rojava ne Rojava berxwedana gelan e” hatin vekirin. Girseyê bê navber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Kurdistan goristan ji bo faşîstan”, “Jin Jiyan Azadî”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin.   'Ji dorpêçê herî zêde sivîl bi bandor dibin'   Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel di serî de axivî. Abdullah Oncel anî ziman ku herî zêde welatiyên sivîl di şer de bandor dibin û wiha got: “Dewlet her tim ji bo Rojava hincetên polîtikayên ewlehiyê nîşan dide. Lê li qadê encamên vê yên mirovî behtir derdikevin pêş. Girtina sînorê Kobanê ne ewlehiya sînorê lê polîtikayeke siyasî ye. Em girtina sînorê Kobanê qebûl nakin. TIRên ji bo alîkariya welatiyên Kobanê jî hatinê sekinandin. Astengkirina alîkariya mirovî cezakirina mirovan e binpêkirina mafên miroviyê. Em li vir bang li desthilat û rêyedarên dewletê dikin ku sînorê Kobanê vêbibe û alîkarî bigehêje Kobanê. Her wiha divê kolîdoreke mirovî avabibe. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin.”   ‘Em li rex berxwedana Rojava ne’   Hevseroka Giştî ya KESK'ê Ayfer Koçak jî anî ziman ku li Rojava li dijî heşmendiya DAIŞ'ê têkoşînek hat dayîn û ev têkoşîn didome û got: “Îro weke Roja Piştevaniyê ya bi Rojava re hatiye ragihandin. Em jî ji bo piştgiriyê li vir in. Ew êriş di heman demê de êrişên tolhildanê ne. Em jî li dijî vê yekê li rex berxwedana Rojava ne. Divê koîdora mirovî vebibe.”   ‘Divê kujer werin darizandin’   Piştre jî Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Cîhan Aydın axivî û bi lêv kir ku ew li rex gelê Rojava ne û wiha got: “Daxwaza me ew e ku li Rojava qetilkirin bi dawî bibe. Divê kesên di qetilkirinan de berpirsin werin darizandin. Heke ev yek nebe dê rê li ber karesatên din vebike. Ji bo wê gelek serlêdan hatin kirin, em ê van serlêdanan bişopînin. Me ji Serokkomar re jî name şand. Em bang li hemû partiyên siyasî yên di meclîsê de ne dikin ku ji bo ev pêvajoya aştî bi ser bikeve, bixebitin.”   ‘Em bijîşk dixwazin biçin Rojava’   Endamê Konseya Navendî ya TBB'ê Alî Karakoç jî bal kişand ser kuştin û komkujiyên pêk hatin û got: “Divê saziyên navneteweyî li dijî vê yekê bi berpirsyarî tevbigerin. Me nameyek jî ji Wezîrê Karên Navxweyî re şand. Divê deriyê sînor vebibe. Ji bo alîkariyê em jî weke bijîşkan dixwazin biçin Rojava.”   ‘Em hiqûqnas dixwazin biçin lêkolînê bikin’   Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter jî destnîşan kir ku li Kobanê dorpêç berdewam dike û wiha got: “Gelek sûcê şer li dijî mirovan hatin kirin. Weke hiqûqnasan em bang dikin ku ji bo karesatek mezin dernekeve divê korîdora mirovî vebibe. Her wiha em daxwaz dikin ku hiqûqnas biçin herêmê sûçê şer ku hatine kirin lêkolîn bikin. Bi sedan kes ji bo tev li çalakiyên li dijî komkujiyên li ser Rojava pêk tên bûn, hatine girtin û binçavkirin. Ev çalakî mafekî demokratîk e û divê hemû kes werin berdan.”   ‘Heta deriyê sînor vebibe em ê têkoşîna xwe bidomînin’   Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî li ser navê Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê axivî û diyar kir ku TIRên ji bo alîkariya Kobanê şandine li sînorê Pirsûsê û Rihayê hatine sekinandin û ev bang li rayedaran kir: “Divê ev derî were vekirin. Ev ne tenê deriyê alîkariyê ye. Ev di heman demê de pira xwişk û biratiyê ye. Heta deriyê sînor vebibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Girtina deriyê sînor ne tenê binpêkirina hiqûqê ye di heman demê de bê exlaqî ye.”   ‘Derî vebibe dê danûstandina her du aliyan xurt bibe’   Li ser navê baroyên herême jî Serokê Baroya Wanê Sinan Ozaraz axivî û anî ziman ku helwesta desthilatê bandoreke neyînî li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike û got ku divê gelê Tirk jî li dijî van êrişan dengê xwe bilind bike. Sînan Ozaraz bang li rêyedarên dewletê kir û got: “Vebûna deriyê sînor di heman demê de dê di navbera gelan de aştî û biratiyê jî ava bike. Weke baroyên herêmê heta dawiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”