ROJEVA 4'Ê SIBATA 2026'AN 2026-02-04 09:00:00     * Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de dibêje: "Divê baş were zanîn ku dîroka heyî bi temamî dîrokeke fermî ye ku di parzûnkê îdeolojîk ê sîstemên şaristaniyê re hatiye derbaskirin. Ev neyê kirin, xwendinên dîrokê wê ne bi tenê zêhnê mirovî ango jiyanê, jiyana civakî ya manedar tengav bikin, wê di heman demê de bikin ku ne mumkin bin. Bi dîroka çewt jiyana rast nabe. Yên nikaribin dîroka azadiya xwe rast binivsînin, nikarin azad bijîn.”   * Oznur Evîn ya TJA’yî da zanîn ku êrîşên li dijî Rojava destkeftiyên jinan hedef digirin û got polîtîka bêcezahiştinê tê girankirin û got: “Divê qanûn ne li ser kaxizan be, divê pêk bên.” BI DÎMEN    *Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Sevda Erden Kiliç da zanîn ku di dosyaya sûcdarê ‘tora îstîmsar û bazigarniya zarokan a navneteweyî’Jeffrey Epsteîn de îdiayê der barê Tirkiyeyê de ne sivik in û got: “Divê meclîs bêdengiya xwe ji holê rake û erka kontrola xwe bîne cih.”   *Jinan êrîşên li ser Rojava protesto kirin û li dijî HTŞ û çeteyên cîhadîst  banga mezinkirina têkoşîn û berxwedanê kirin. DÎMEN HEYE