Çîgdem Dogu: Komplo vala hat derxistin 2026-02-04 12:26:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogu: Hêzên komploger bi êrişa li dijî Helebê jî xwestin komployeke duyemîn li dijî gelê Kurd û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin û wiha got: “Ez serhildan û  erxwedana gelê me ya ku tarîtiya 15’ê Sibatê vala derxist, veguherand ronahiyê û pêvajoyê veguherand ronahiyê silav dikim.”   Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogu li ser Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê û êrîşên li ser Rojava ji Medya Haberê ra nirxandin kir.   Çîgdem Dogu diyar kir ku komploya sala 1999’an a ji aliyê hêzên navnetewî ve hatî kirin, bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla û têkoşîna gelê Kurd negihîşt armanca xwe. Çîgdem Dogu bal kişand ser êrîşên li Helebê destpê kirin û paşê li tevahiya Rojava belav bûn û got ev, komploya 15’ê Sibatê ya duyemîn in. Piştî êrîşan li her çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê û li hemû cîhanê gelê Kurd û dostên wan helwesteke xwedîlêderketina Rojava nîşan dan. Çîgdem Dogu wiha got: “Ez serhildan û berxwedana gelê me ya ku vê tarîtiya 15’ê Sibatê vala derxist, ku kolanan veguherand ronahiyê û pêvajoyê veguherand ronahiyê silav dikim. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya sala borî di 27’ê Sibatê de, em wek gaveke dîrokî û pêvajoyeke dîrokî dinirxînin ku dixwaze vê tarîtiyê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi temamî vegerîne berovajî, komploya ku dixwaze her tiştî bixe nav tarîtiyê bi temamî têk bibe.”   Nirxandinên Çîgdem Dogu yên li ser rojevê wiha ne:   *Em di meha Sibatê de ne, ev meh ji aliyê gelê Kurd û dostên wê ve weke meheke reş tê zanîn, lê belê meheke têkoşîna pûçkirina komployê jî ye. Gava herî dîrokî ya ji bo pûçkirina komployê, banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk e. Bi vê wesîleyê gelo hûn çi dibêjin?   Weke we jî diyar kir, 15’ê Sibata 1999’an ji bo gelê Kurd û dîroka wê weke rojeke reş tê zanîn. Eger em geşedanên rojane yên îro jî binirxînin, dema li qada şoreşê ya Rojava û Sûriyeyê dinêrin, em di qonaxeke duyem a 15’ê Sibatê de ne. Em rû bi rûyê hewldana dubarekirina wê komployê ne. Li dijî komploya 15’ê Sibata 1999’an çalakiyên fedayî yên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ pêk hatin. Gerîlayan, gel, welatparêz û dostan bi xelekek ji agir li dora Rêber Apo kom bûn û xwedî lê derketin. Armanc û hedefên mezin ên vê komployê hebûn. Di şexsê Rêber Apo de hemû gelan û gelê Kurd hedef digirt. Hem berxwedana Rêber Apo û helwesta wî ya di wê demê de û bi vê yekê re şehîdên me yên fedayî, armanc û hedefên vê komployê asteng kirin. Di vê hêlê de, em deyndarê şehîdên xwe yên fedayî ne. Kevneşopiya şehîdên fedayî yên mezin 9’ê Cotmehê ji Halît Oral destpê kir, heya Viyan Soranan hat. Li dijî tarîtiya 15’ê Sibatê xwe kirin agir û ronahî afirandin. Ez destpêkê di şexsê Viyan Soran, Zinar Raperîn, Mustafa Malçok, Evrîm Demîr, Muslum Dogan ên ku li dijî tarîtiya 15’ê Sibatê şehîd bûn de, hemû şehîdên me yên fedayî bi hezkirin û hurmet bi bîr tînim. Bi rastî jî bersiva ji bo bîranîna wan, dibe sedemê domdariya têkoşîna me û serketinê. Lewma ev têkoşîna me timî dom kir û wê timî dom bike. Bi nêzbûna 15’ê Sibatê re, girîng e ku em vê biryardariya xwe nîşan bidin. Heval Viyan Soran jî di nameya xwe de bi berfirehî nivîsand, gelek peyam di nameyên wê de hebûn. Lê belê peyama herî esas a heval Viyan, ‘dijmin dixwaze me fêrî vê tarîtiyê bike, me ferî esareta Îmraliyê bike, dixwaze bîne rewşeke normal. Lê me ev yek qebûl nekir û em ê qebûl nekin’. Bedena xwe da ber agir û ev yek ji me û dîrokê re vegot. Li hemberî dîrokê helwesteke wiha xurt, nîşan da. Helbet em timî li pey wê helwestê meşiyan. Em ê li pey şopa heval Viyan û bi sedan şehîdên me yên fedayî bimeşin. Destpêkê ez dixwazim vê biryardariya me îfade bikim.   Rêber Apo bûyerên ku di meha Çileyê de li Helebê qewimîn, weke ceribandina Duyemîn 15’ê Sibatê nirxand. Bi vê wesîleyê ez dixwazim berxwedana mezin û şehadetên mezin ên fedayî yên ku ji Helebê destpê kirin û belavî tevahî qada Rojava bûn, silav bikim. Di şexsê heval Ziyad, Denîz û Haşim de ez hemû şehîdên me yên Rojava silav dikim, van şehadetan Komploya Duyemîn a 15’ê Sibatê pûç kirin. Peyamên wan pir mezin in, ez şehîdên me yên Rojava jî bi hezkirin û hurmet bi bîr tînim. Bi vê yekê re, sekna Rêber Apo, helwest û berxwedana wî, ya duyem şehîdên me yên fedayî, ya sêyem tevî hemû zor û zehmetiyan li Ewropa û li her derê, gelê Kurd û dostên wê helwesteke mezin nîşan dan. Ev yek di 15’ê Sibata 1999’an de jî wiha bû, di pêvajoya Helebê ya meha Çileyê de destpê kir jî wiha bû. Gelê me bêrawestan li kolanan bû. Bêrawestan berxwedaneke mezin raber kirin. Ez berxwedan û serhildanên gelê me yên ku ev tarîtî veguherandin ronahiyê, silav dikim. Ez van serhildan û protestoyên ku bi pêşengiya jin û ciwanan çêbûne, silav dikim.   Sala borî we jî diyar kir, rastiyeke 15’ê Sibatê heye, rastiyeke ku hêzên navneteweyî û herêmî ferz dike heye. Rastiyeke welê ku bi temamî Kurd bên îmhakirin. Li dijî vê yekê rastiyeke berxwedanê ya 27 sal in Rêber Apo li Girava Îmraliyê raber dike, heye. Vê berxwedanê kir ku li Kurdistan, dîaspora û tevahî cîhanê gelê me jî bikeve nava berxwedanê. Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê jî weke encama van hemûyan hate nirxandin. Ev pêvajo hem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hem li Tirkiyeyê pêş de diçe. Helbet, rexneyên me hene, kêmahiyên me pir in. Nêzîkatiyên cuda cuda yên ku di nava dewleta Tirk de derketine holê, hene. Helwestên hikûmetê yên derketine holê hene. Dibe di hin aliyan de helwestên erênî jî hebin, lê helwesteke negatîf jî di rêjeyeke girîng de bi taybetî jî di meha Çileyê de jî derket holê. Dema em li van hemûyan dinêrin, rewşeke nerênî jî derket holê, lê Rêber Apo tevî van hemûyan sekin, helwest û heybeta rêbertiyekê divê çawa be, nîşan da. Hêzên ku Komploya 15’ê Sibata 1999’an pêk anîn, xwestin şerê cîhanê yê sêyem gur bikin, xwestin li ser şerê gelê Kurd-Tirk gur bikin. Lê nekarîn, Rêber Apo, têkoşîna şehîdên me, gerîla û gelê me ev yek vale derxist. Îro jî şerê ku di şexsê Helebê de destpê kir û pêvajoya piştî wê, komployek bû ku dixwestin bi şerê Kurd-Ereb bidin destpêkirin. Rêber Apo û berxwedana gel ev yek car din vale derxist. Helbet em nikarin bêjin, ev pêvajoya komployê bi temamî qediya, di vî warî de pêvajoyeke welê ye ku divê em pir bi hestiyar bin. Divê em têkoşînê domdar bikin. Lê helbet, helwesta Rêber Apo Komploya Duyemîn a 15’ê Sibatê vale derxist.   *Dîmeneke ku çeteyên HTŞ’ê keziya porê şervaneke YPJ’ê qut dikin, li ser medyaya dîjîtal hate belavkirin. Bi vê yekê re li dora pora jinê çalakî hatin lidarxistin. Çeteyên HTŞ’ê ji bo xurtbûna psîkolojîk di aliyê xwe de çêbikin van dîmenan belav dikin, hem li dijî gelê Rojava û hem jî li dijî jinan şerekî taybet meşandin. Gelo têkildarî encamên vê yekê, mirov dikare bêje li dora pora jinê yekîtiyeke neteweyî çêbû?   Belê, ev bi rastî jî pir eşkere derket holê. Weke we jî diyar kir, çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê, zihniyeta DAÎŞ’ê berê jî ev tişt kiribûn. Niha jî heman rûyê xwe bi rengekî hovane nîşan dide, hêrseke tolhildanê ya li dijî jinan nîşan dide. Ji ber ku bi têkoşîna hevpar a YPG-YPJ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAÎŞ hate têkbirin. Ji ber ku pêşketineke ku di aliyê gelê Kurd de ber bi pêş ve diçe heye, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema ku Kurd nêzî statuyê dibin, ev zihniyet dixwaze li dijî îrade û bedena jinê û bi taybetî jî li dijî şervanên YPJ’ê vê pêşketinê berevajî bike. Di vî warî de hate xwestin ku şerekî psîkolojîk û taybet were meşandin. Lê belê tişteke wiha heye, eger li dijî şerê psîkolojîk îradeyeke ku têk naçe hebe, têkoşîneke domdar hebe, ti bandora vî şerî psîkolojîk nîne. Me berê jî ev tişt jiyan kir. Lê di vê pêvajoyê de me bi rengekî hîn diyarkertir, jiyan kir. Ew pora wê şevana ku jê kirin, tam yekîtiya demokratîk a neteweyî ya Kurdan û îradeya hevpar a jinan nîşan da, hemû jinên cîhanê îradeya xwe li dora wê porê car din hûnandin. Di vî warî de rewşeke pir watedar derket holê. Li seranserî cîhanê jî deng veda. Hem li kolanan ev îrade nîşan dan, hem ji li qadên cuda, li ser çapemeniyê, li ser medyaya dîjîtal. Di çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadî” de, li her derê û ji her beşekî civakê ev keziya por bû semboleke pîroz. Li dora vê yekê, rastiya yekîtiyekê hate avakirin.   *Nêzî meheke gelê Kurd û dostên wê di nava çalakiyan de ne. 1’ê Sibatê jî weke roja piştevaniya bi Rojava re hate îlankirin, ji her beşa civakê mirov di çalakiyan de bûn. Jin, melayên mizgeftan, ciwan, zarok jî pir zêde tevlî bûn. Zarok jî hem bi ruhê yekîtiya neteweyî hem jî bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li kolanan bûn. Erdnîgariya ku em lê dijîn, di aliyê feodal de pora jinê weke feraseteke teng a namûs dibîne. Lê bi van çalakiyan derket holê ku pora jinê rûmet û yekîtî ye.   Raste, li wir guhertinek çêbû. Vê sembola porê yekîtiya neteweyî ya demokratîk afirand. Vê yekê qehremaniya şervaneke YPJ’ê nîşan da. Helbet ev xaleke pir girîng e. Di heman demê de guhertineke zihniyetê çêdike. Di mêr de jî û di jin de jî vê çêdike. Feraseta namûs li Kurdistan û Rojhilata Navîn yek ji ferasetên herî esas e. Lê ev feraseta namûs jî di bedena jinê de hatiye asêkirin, di pora jinê de hatiye asêkirin. Ev li gorî çandên cur be cur dibe were guhertin, lê ev xwedî derketina li pora jinê nîşan da ku namûs bi rastî li kuderê ye, nirx li kuderê ne, rastiya wê çiye bi rengekî herî xurt nîşan da. Di vî warî de guhertineke zihnî çêkir.Her wiha ez hemû beşdarên çalakiyên ji bo 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re silav dikim.   *We hinekê behsa rola jinan a di guhertina civakî de jî kir. Rêber Apo dibêje, jin divê bibin pêşengên demokratîk ên aştiyê. Niha li Rojava agirbest û peymanek heye. Em dibêjin, çi dibe bila bibe ji bo jinan divê berxwedan bidome. Bi vê agirbest û peymanê re, bi taybetî jinên li Rojava, jin divê têkoşîneke çawa bimeşînin?   Şoreşa Rojava tenê bi erdnîgariya xwe re sînordar nîne. Ji roja Şoreşa Rojava destpê kir û vir ve me ev yek bi rengekî pir zelal dît. Gelek hesabên cuda çêbûn. Ji El Nusra, DAÎŞ, êrîşên dewleta Tirk heya îro ev hesabên cuda pêk nehatin. Şoreşa Rojava hem di asta şoreşa gel de, hem jî di asta şoreşa jin de îradeyeke welê nîşan da ku hem bandor li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê kir. Herî zêde jî helbet bi asta şoreşa jinê re. Şoreşeke welê ye ku divê hemû jin xwedî lê derkevin. Bi her wesîleyê jî jin xwedî lê derdikevin, di vê pêvajoyê de jî xwedî lê derketin. Bi vê wesîleyê ez dixwazim têkoşîn û piştevaniya jinê silav bikim. Ev rastiya têkoşîneke girîng e. Ji ber ku li her qada jiyanê tundî û êrîş li dijî jinê hene. Niha Şoreşa Rojava vê yekê tenê protesto nake, li dijî vê yekê sîstema xwe ya jiyanê ava dike. Di vî warî de, jin wê çawa li qada tenduristiyê, siyasetê û her qada jiyanê cih bigire, şoreşa jinê îfade dike. Lewma divê xwedî derketina li Şoreşa Rojava, Şoreşa Jinê hîn zêdetir bibe. Di pêvajoya ku ji meha Çileyê destpê kir de ku me weke Komploya Duyem a 15’ê Sibatê nirxand, helwestek hebû ku bi qutkirina porê şervaneke jin û avêtina cenazeyê şervaneke jin ji cihek bilind, xwest îradeya jinê û civakê biçewisîne. Li dijî vê yekê hem li Rojava berxwedanek mezin derket holê, hem jî îradeyeke gelê Kurd, dostên wê û şoreşgeran a xwedî derketinê derket holê. Li hemberî vê yekê rastiya dijmin neçar ma ku paşde gav bavêje.   Peymaneke diyar derket holê, helbet nirxandinên ji sedî sed erênî bû, yan jî nerênî bû, wê zêde cihê xwe negirin. Ev pêvajoyeke ber bi pêş ve diçe ye. Wê nirxên civakî û jinê hatiban tunekirin, lê Rêbertî pêşî li vê yekê girt. Ev pêvajo hîna didome, gelo wê li gorî peymanê tevbigerin tevnegerin, ew hîna tam diyar nîne. Di vê pêvajoya borî de me ev dît ku agirbest û peyman hatin ceribandin, lê tam bi tarzê Muawiye; ‘Muawiye jî wisa kir dema li qada şer winda kir hewl da li ser maseyê bi rêya dîplomasiyê qezenc bike’, yanî wê bi tarzê Muawiye dewam bikin yan jî li gorî peymanê tevbigerin, ev xisûsek pir girîng e. Di vî warî de em ê ji nêz ve bişopînin. Dibe aliyên nebes û kêm hebin, evane bi nîqaşkirinê dikarin bên çareserkirin. Lê eger tarzê Muawiye ku bêjin ‘têkoşîneke diyar a gel heye em hinekê mijûl bikin, piştre em ê şer dewam bikin’, ev pir xeter e. Tişta ku Rojhilata Navîn anî vê rewşê jî, ev tarzê Muawiye ye. Li dijî vê yekê em li pişt nêzîkatî û helwesta Rêber Apo ne. Divê di zagona bingehîn de, mafê jinan, artêşa YPJ’ê û hwd entegrasyona demokratîk bi rengekî rast were nirxandin. Di vî warî de pir girîng e ku jin vê bişopînin. Divê tevgerên jinan ên cîhanê, tevgerên ekolojîst, dost û her kesê azadîxwaz vê yekê bişopînin.   *Rêber Apo nirxandin kiribû ku sedsala 21’an wê sibe sedsana jinan. Di nirxandinên xwe yên dawî de jî, bi gotina dema qehremaniya jinê pênase kir û diyar kiribû ku divê şêwazê nû yê jiyana mirov çawa be. Bi taybetî dema li çalakiyên di nava mehekê de hatine kirin dinêrin, em dibînin ku ciwan bi girseyeke mezin tevlî çalakiyan dibin. Li Bakur û Tirkiyeyê ciwanên ku mîna nifşê Z, li Başûr jî ciwanên ku mîna ciwanên tabletê tên pênasekirin, ciwanên ku ji rewşên siyasî dûr dihatin pênasekirin, bi van çalakiyan re me dît ku van ciwanan ev pênase û feraset hilweşandin. Têkildarî vê yekê hûn dikarin çi bêjin?   Helbet, keda berxwedaneke mezin a ciwanan di van çalakiyan de çêbûn, her wiha zarok jî wisa. Bi qutkirina pora heval jin re hate xwestin ku civakê bitirsînin, şerê taybet bimeşînin, lê eger di aliyê hember de têkoşînek hebe hingê ev şerê psîkolojîk jî bin dikeve. Armanca esas a şerê psîkolojîk û taybet çiye, têkbirina îradeyê ye. Yê herî zêde rû bi rûyê şerê taybet ma, ciwan in. Eger têkoşîn bidome, îrade nayê şkandin. Ne îradeya ciwanan tê şkandin, ne îradeya jinan tê şkandin, ne jî îradeya zarokên ewqas biçûk tê şkandin. Dema behsa ciwanan tê kirin, weke Nifşê Z tê pênasekirin. Em di nava xwe de jî nîqaş dikin, gelo nifşekî ciwanan, qonaxake ciwanan bi tîpekê pênasekirin çiqas rast e? Gelo ma ev ne bêîrade hiştin e? Yanî mirov nifşekî ewqas mezin îfade dike, Nifşê Z, Nifşê Y, Nifşê Tablet û nizanim nifşê çi… Yanî jixwe evane pênaseyên rast nînin. Bi vî rengî şêwazekî ji bo bêîrade hiştina ciwanan heye.   Erê, dibe bandoreke sîstema kapîtalîst û mêtingeriyê hebe, lê ev jî heye eger li dijî vê yekê rastiya civakî rêxistinkirî be û têkoşîna xwe didomîne, ew hafizaya berxwedan û azadiyê ya di ciwanan de jî bi rengekî kûr xwe nîşan dide. Ev ne hafizayeke welê ye ku demildest were tunekirin. Bi rastî jî dema mirov li çalakiyan jî dinêre, ev bi rengekî pir zelal tê dîtin. Mesele, li Silêmanî, Germiyanê çalakiyên pir bi heybet hatin lidarxistin, ciwan çûn Rojava şer kirin û hîna jî li çeperan e. Bi vê wesîleyê ez ciwanên me yên hem ji Başûr hem ji Bakur çûne wir, silav dikim. Mesele, ciwanê Kerkûkî Ehmed Hêmin bandoreke mezin çêkir, dibe ev jî ciwaneke ku li Başûr ji sîstema kapîtalîst bandor bûye lê dema mijara gotinê bû Rojava, her tiştê xwe hişt û tevlî Şoreşa Rojava bû. Ev qas êrîş hene û hwd, lê ev ciwan dizane li kuderê bisekine. Sînor derbas kirin û mirin berçavgirtin, biryareke ewqas hêsan nîne. Ev kesane ji kevneşopiya PKK’ê nehatine, ne kadroyên partiyê ne, mirovên ku normal dijîn e, lê dema gel îradeya xwe nîşan da hingê ciwan jî dizane li kuderê bisekine. Ez di şexsê heval Ehmed Hêmin de, hem têkoşîna ciwanan silav dikim, hem jî bejna xwe bi minetdarî û hurmet ditewînim. Vê yekê îvmeyeke girîng derxist holê. Li çar parçeyên Kurdistanê ji vir û şûnde wê têkoşîna ciwanan bidome, ev yek dibe bingehê Yekîtiya Netewa Demokratîk jî. Ez bawer dikim ku wê ji vir û şûnde jî têkoşîneke hîn xurttir were meşandin.   *Em li erdnîgariyeke welê ne ku her carê şerekî nû tê nîqaşkirin, amadekariyên nû tên kirin, xwestina derxistina şerê Kurd-Ereb jî mînaka vê ya herî şênber e. Lê bi vê yekê re êrîşa li dijî Îranê di rojevê de ye, Iraq di bin xeteriyê de ye, Xeze hate hilweşandin, şerê Ûkrayna-Rûsya hîna dewam dike, yanî hem li herêmê û hem jî li cîhanê şer heye. Dema ku em van hemûyan berçav digirin, hûn Projeya Rêber Apo ya Netewa Demokratîk çawa dinirxînin?   Belê noqteyeke girîng e. Di nava rastiya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de bi taybetî li Rojhilata Navîn, ji ber ku Rojhilata Navîn erdnîgariyeke ku her tişt lê ji nû ve tê avakirin, modela ku li vir derdikeve holê bi tevahî hêza ku bandorê li ser cîhanê dike ye. Ev ji dîrokê ve wiha ye û îro jî wiha ye. Bi taybetî jî li erdnîgariya Kurdistanê. Di vê wateyê de li ser neteweya demokratîk jî nîqaş hene. Dibe derfeta ku em germogermo bişopînin tunebe lê bûyer û rewşên ku rojane derdikevin. Korbûnek heye. Yanî çandeke ku pozîtîvîzm derxistiye holê heye û wisa tenê bi nêrînekê li her her tiştî dinêre. Yanî bi berfirehî li mijaran nanêre. Nabêje gelo li pişt, li kêlek û li pêşiya wê çi heye, li vana hemûyan nanêre. Bi awayekî qut li her tiştî dinêre. Nêrîna bi vî rengî nêzîkatiyeke pir teng e. Ji ber ku gelek kes bi rastî jî geşedanên Şerê Cînahê yê 3’yemîn baş naxwînin û rast nabînin, pêvajoyan jî baş naxwînin. Taybetmendiya Rêber Apo di vir de ye. Tişta ku em dibêjin aqlê Kurdan ev e. Divê bi rastî jî baş li ser vê hûr bibin. Aqlê Kurdan stratejiya ku di şexsê Rêber Apo derketiye holê ye. Ez vê stratejiyê wekî stratejiya partiyeke klasîk nanirxînim. Weke stratejiyeke sedsalî derdikekeve holê. Vê yekê wekî neteweya demokratîk, weke banga Aştî û Civaka Demokratîk me îfade kir.  Ev bang rastiya naveroka wê vedibêje. Rastiya neteweya demoratîk, ev nêzîkatiyên rojane yên teng, ji aqlê êrîşkar wêdertir wekî aqlekî stratejîk derdikeve holê. Ev aqlê ku stratejiya ku em dibêjin tiştekî wisa ye.    Yanî li Rojhilata Navîn rastiya şer a ku bi sedan salan, hezaran salan heye. Şerê mezheban heye, şerê kabîleyan heye, şerê eşîran heye, şerê malbatan heye. Di nava malbatê de şerek heye. Wekî tê gotin tundiya nav malbatê. Divê mirov ji vê re bibêje şerê malbatê ya navxweyî. Di roja me de ew jî hatiye wê astê. Di nava rastiya şerekî wisa de dijîn. Rojhilata Navîn timî di nava şer de jiya û îro jî hewl didin di nava wê de teng bikin. Noqteyeke gelekî balkêşe ku hewl didin vê yekê li ser Kurdan bimeşînin. Rêber Apo hewl dide vê yekê berovajî bike. Neteweya demokratîk çi ye? Neteweya demokratîk li dijî vê yekê ye. Em li dijî şerê mezheban e, li dijî şerê eşîran e, li dijî şerê malbatê ya navxweyî ne.  Em li dijî neweteyên ku bi hev re şer dikin in. Çima Kurd û Ereb bi hev re şer bikim? Çima Kurd û Tirk bi hev re şer bikin? Çima? Mesela çi hinceta wê heye? Dijbertiya gelan tê wateya şerê navbera gelan. Tu hinceteke wê ya aqilane tuneye. Şerê ku desthiladariya mêr a li hemberî jinê daye destpêkirin heye. Ev jî heye. Tu hinceta vê jî ya aqilane tuneye û nabe jî.    Niha neteweya demokratîk vê dibêje û aqileke wisa ye. Aqilê rastîn e. Tişta ku hêjayî mirovan çi ye? Bêyî bi hev re şer bikin. Belê dibe ku nakokiyên wan bi hev re hebin. Dibe ku tiştên ku li ser li hev nakin hebin. Em dikarin vê yekê beyî şerê hev bikin û bi hev re bijîn pêk bînin. Bi avakirina yekîneyên komunan, tevkariya hev em dikarin bi hev re bijîn. Neteweya demokratîk formûlekirina stratejiya vê yekê ye. Li cihê ku şerê navbera gelan tê ferzkirin, tişta divê em esas bigirin stratejiya neteweya demokratîk e. Divê li gorî stratejiya neteweya demokratîk divê helwestê nîşan bidin. Ne tenê helwestê nîşan bidin, divê li gorî wê xwe birêxistin bikin, gel xwe li gorî wê bi rêxistin bikin. Hem divê gel di nava xwe de xwe bi rêxistin bike û hem jî gel di nav hev de xwe bi rêxistin bikin. Mînak gelê Kurd divê di nava xwe de di aliyê komunal de xwe bi rêxistin bike. Bêyî ku li benda dewletê bimîne û bibêje ‘bila dewlet mafên min bide min’, wê bibe civaka demokratîk. Gelê Kurd wê xwe bîne asta civaka demokratîk. Wê çawa xwe bîne asta civaka demokratîk? Divê bibêje ez ê xwe perwerde bikim û xwe bi rêve bibim. Bêyî ku mûxtacî dewletê bibe divê pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çareser bike. Bêyî ku mûxtacî dewletê bibe divê pirsgirêkên perwerdehiyê çareser bike. Bêyî ku mûxtacî dewletê bibe pirsgirêkên xwe yên rê çareser bike. Di vê bibêje ku ez ê komunên xwe ava bikin, vîna xwe derxim holê. Jin jî divê wisa bin. Aliyek wisa ye. Aliyên din jî her ku gelê Kurd bê asta civaka demokratîk, mînak Ermen di nav xwe de xwe bîne asta civaka demokratîk wê wisa têkiliyê bi hev re deynin. Em ji vê re dibêjin torên konfederal. Di hev re hevjiyana demokratîk ava bikin. Di heman demê de bi dewletê re jî têkiliyên demokratîk pêş bixîne. Ji ber ku li vir rastiya dewletê jî heye. Yanî têkiliya gelan a di navbera hev de û di heman demê de têkiliya gelan a bi dewletê re li ser bingeha demokratîkbûnê formule bikin. Heke formulasyona neteweya demokratîk têxin meriyetê wê ji Rojhilata Navîn re bibe dermanê herî mezin. Tişta ku nexweşiyên mezin ên Rojhilata Navîn çareser bike tenê aqlê neteweya demokratîk e. Ji vê pêvtir tu formul niha tuneye. Bi taybetî dema ku em ji aliyê Rojava lê dinêrin, niha bi awayekî şênber lihevkirinek heye. Divê ev hîn bêhtir bê rêkûpêktir kirin. Dema ku em li vir jî dinêrin, heke aqlê neteweya demokratîk bê bikarînin û bê bicihanîn ev ê ji bo Sûriyeyê bibe çareseriyeke mezin. Ev yek wê bandorê li ser Tirkiyeyê jî bike.    Dema ku mirov li van nîqaşan dinêre, hem dewleta Tirkiyeyê û hem jî dewleta Sûriyeyê aliyê ku herî zêde jê ditirse ev e. Em hemû di vê mijarê de hemfikir in ku mafên Kurdan nadin, lê dibêjin ku heke mafên Kurdan bên dayîn, wê Ermen jî bixwazin. Li Tirkiyeyê wê Laz bixwazin, Ereb jî wê bixwazin. Fikarên bi vî rengî hene. Sedama van fikaran çi ne? Cîhaneke pirrengîn û pirzimanî ma wê Tirkiye û Sûriyeyê parçe bike?  Jixwe sedema hilweşîna rejîma Baasê yek jê ev bû, xwedî hişmendiyeke yekparêz bû. Dewlet an jî hikûmeta ku hatiye şûna wê ger van tiştan bike gelo ew ê jî hilneweşe? Ma ev nabe sedema hilweşîna wê? Belê wê bibe sedema hilweşîna wê. Mînak heke em ji bo Şara bibêjin, Şara anîne desthilatdariyê. Heke ew jî di xeta netewe dewletê de, bi hişmendiya yekparêzî ya dewletê û hişmendiya olparêzî de bimeşe û vê xeta li ser Sûriyeyê ferz bibe, wê gavê pêşeroja wê tuneye. Ev tiştekî pir zelal e. Di heman demê de ev yek ji bo rejîma Îranê jî derbasdar e. Ev ji bo rejîma Tirkiyeyê jî derbasdar e. Rêber Apo bi rastî jî tiştekî wekî zêr pêşkêş kir. Yanî bi banga 27’ê Sibatê re çareseriyek danî holê. Helbet yên ku ev hişmendiya tekparêzî derbas neke ew ê hilweşe. Bêguman heke Kurd bi zimanê xwe biaxive, gelê Kurd wekî civakeke demokratîk mafên wî bijî. Helbet dewlet vê nade, gel vê yekê wê bi xwe dijî. Jin jî wisa ye. Yanî wê mêr hin mafan bide wê, tiştekî wisa tuneye. Jin ji ber mirovbûnî û xwebûnê mafên wê hene. Civak ji ber civakbûnê mafên wan hene û wisa dijîn. Tu kes van mafan nade wan. Ew ê bi têkoşîna xwe vê yekê bijî û bide jiyîn. Ev yek tu kesî parçe nake. We got çima ditirse? Ma çima netirse? Hişmendiya desthilatdariyê wisa ye. Dibêje ku divê her tişt ê min be, ez biryara her tiştî bidim, her tişt bila aîdî min be. Ev di aliyê maddî jî û aliyê manewî de jî wisa ye. Tekparêzî, desthilatî, mêrparêzî di vê wateyê de heman hişmediyê îfade dikin. Ev hişmendî wekî netewe dewletê anîne asta stratejiyê. Di hişmendiya netewe dewletê de gel mafên bijîn û vîna xwe deynin holê ji hêla dewletan ve nayên qebûlkirin. Ji ber ku dewlet vê yekê qabûl nake û nabe ku ev yek weke qederê bê dîtin. Em wekî gel vê yekê qebûl nakin. Têkoşîna li hemberî vê yekê mafê me yê herî rewa û xwezayî ye. Em vê yekê wisa bînin ziman.   *Ji bo Rojhilata Navîn bi rastî ji neteweya demokratîk re pir guncav e. Rêber Apo vê yekê ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo demokratîkbûna tevahiya Rojhilata Navîn dibêje. Lêbelê divê mirov vê wekî ferzkirina ji derve bigire dest. Ji ber ku Nûnerê Taybet ê DYE’yê Tom Barrack got ku monarşî û împaratorî ji bo Rojhilata Navîn wê guncav be. Ma gelo ev ne projeyeke ku ji bo projeya Rêber Apo ku Rojhilata Navîn tîne cem hev û demokratîk dike, paçe bike û ji hev belav bike ye?    Rojhilata Navîn wisa li ser dînamîkên xwe ne hat vê rewşê. Bi ferzkirinên ji derve hat vê rewşê. Berê pêşengiya vê yekê Îngîltere dikir niha jî Amerîka dike. Vaye Barrack wekî sefîr hat. Tiştên ku dibêje hene. Dibe ku carna cuda dibêje, bi rastî tiştekî zelal li holê heye lê çareserî tuneye. Demekê got, netewe dewlet astengiya li pêşiya me ye û niha dibêje monarşî, Qraliyet. Demekê tiştên cuda digot. Mirov vê yekê fêm dike ku timî destwerdanek heye. Rewşeke ku Rojhilata Navîn û bi taybetî Sûriyeyê têxin nava krîzê heye. Tişta li ser Rojhilata Navîn tê ferzkirin timî destwerdan e. Destwerdan her tiştî dike lê çareseriya wê tuneye. Dibêjin rêvebirina krîzê. Rêvebirina krîzê çi ye? Bila rewşa kaosê bidome û formulek tune be. Dixwazin ev parçebûn bidome. Bila gel, civak bi hev re şer bikin. Bila timî mêr êrîşî jinê bike û vîna wê timî desteser bike. Dibêjin bila timî wisa be. Li vir rewşeke bê vîn hiştin, timî di nava krîzê de be, parçebûyîn tê jiyîn. Em dikarin vê bibêjin, neteweya demokratîk wan tîne cem hev û aqlê stratejiyê ye. Ev hatine cem hev a gelan îfade dike û di heman demê de gel bi dewletê re li ser bingeha demokratîkbûnê entegrasyona hevrejiyanê îfade dike. Ev dualî ye. Di vî alî de hevrejiyana stratejîk îfade dike. We destwerdana derve ya li Rojhilata Navîn di şexsê Tom Barrack de girt dest, lê ez bi tevahî dibêjim. Destwerdana bi vî awayî di heman demê de dibêjin nebin neteweya demokratîk, bi vîna xwe nejîn û timî mûxtacî me bin. Timî me wekî rizgarkerê xwe bibînin û hwd. ferz dikin. Du xet di vî alî de li hember hev têdikoşin.    Dema ku mirov li Efganistanê dinêre ku Efganistan mînakek zindî ye ku ji cihekî ku Amerîkayê dest lê werda ye. Li Efganistanê koletî hatiye qanûnîkirin, xwendina jinan bi temamî hatiye qedexekirin û çînan dabeşî kastan kirine. Ev jî modeleke ku Amerîka li gorî Rojhilata Navîn dibîne ye?    Ev tam jî dîrokê bêhtir berovajî dike. Ji kastan çîn derketin. Rêber Apo di manîfestoya xwe de vê yekê pir baş formule dike. Mesela kastbûna li Efganistanê derketiye holê bi rastî mîna kastîk bêhtir xwe dide xuyakirin. Ev yek rê li ber qirkirinan vekir. Destwerdanên derve bi vî awayî ye. Nebûna neteweya demokratîk, gel û civak nasnameyên xwe ava nekin, jin vîna xwe pêşnexin di heman demê de aliyên dijber sîstemên desthilat bêhtir xwe dikin kast û rê li ber vê yekê vedike. Di vî alî de têkoşîna me bi rastî jî pir girîng e.    *Pirsên me ev bûn. Di dawiyê de heke tiştekî dixwazî bibêjî hebe em mafê axaftinê ji te re dihêlin?    Me gelekî nirxand. Em di destpêka meha Sibatê de ne. Ev meh meheke gelekî krîtîk û girîng e. Di meha Çileyê de bi rastî şahidiya berxwedan, têkoşîna gelê me û geşedanên mezin kir. Di meha Sibatê de jî divê ev neyê sistkirin, pêvajoyê baş bişopînin, li hemberî hêzên ku dixwazin Sibatê tarî bikin têkoşîna xwe mezintir û bi bandortir bikin. Ev polîtîkayên ku li ser me tên ferzkirin bi temamî vala derxînin. Em vala derdixin lê bi awayekî ji xwe re qanalên ku xwe bidomîne dibîne. Em têkoşîneke wisa bibînin ku vê yekê bi temamî vala derxînin. Ez bang li hemû jin, ciwan, zarok, gelê me û dostên me dikim ku vê mehê jî tempo û şêweyê têkoşînê mezintir bikin û baştir bişopînin. Divê di vî alî de sistbûnek çênebe.