45 ton derman şandin Rojava 2026-02-04 16:22:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurd a Başûr û Kanal 8ê 45 ton derman ji Heyva Sor a Kurd a Rojava re şandin û ew radestî Desteya Tenduristî ya Kantona Cizîrê kirin.   Heyva Sor a Kurd a Rojava îro li Nexweşxaneya Dil û Çavan a bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Hevseroka Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa bi zaravayê Kurmancî daxuyanî da û Hevserok Hediye Ebdullah jî bi zimanê Erebî daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Heyva Sora Kurd a Başûr û Kanal 8ê 45 ton derman şandin ji Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişlo re û wiha hate gotin: “Heyva Sor hemû derman radestî Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê kirin, ev derman dê li 6 nexweşxane û nêzî 20 klînîkên tenduristiyê bên belavkirin.”   Her wiha hat diyarkirin ku ji ber derfetan û nebûna rê ev derman derbasî bajarê Kobanê nabin, lê dê hewl bidin derbas bikin.