Li goristanên Semsûrê qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn 2026-02-06 12:31:48   SEMSÛR - Welatiyên Semsûrê di salvegera 3'yemîn a erdhejê de li goristanan serdana qurbaniyên xwe kirin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî serdanên goristanan kirin.   Di salvegera 3'yemîn a erdhejên ku navendên wê Mereş bûn de li Semsûrê kesên jiyana xwe ji dest dane li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka DEM Partî Tulay Hatîmogullari jî serdana goristanan kirin. Bi hezaran welatî hatin serdana goristanan û qurbaniyên xwe bi bîr anîn.   Hevserokên Giştî serdana Goristana Karapinarê kirin û qerenfîl danîn ser gorên qurbaniyan. Her wiha welatiyên Semsûrê jî li ser gorên qurbaniyan dua û fatîha xwendin. Hevserokan li goristanan serdana welatiyan jî kirin û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwestin.