Rejîma Îranê di roja şemiyê de 13 kes darve kir 2026-02-08 10:00:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî HRANA’yê, rejîma Îranê di roja şemiyê de li bajarên cuda herî kêm 13 kes darve kir.    Li gorî agahiyên Human Rights Activists News Agency’ê (HRANA); di roja şemiyê de li bajarên cuda yên Îranê herî kêm 13 kes hatin darvekirin. Hat ragihandin ku ev darvekirin li bajarên Horremabad, Senendec, Dezful, Aligudarz, Kirmaşan, Yasuc, Nehavend, Zahidan, Hemedan û Girtîgeha Navendî ya Karajê ya li Tehranê pêk hatine.    Hat îdiakirin ku kesên hatine darvekirin, ji hêla dadgehên rejîmê ve bi sûcên tiryak û cînayetên dihatin tawanbarkirin. Rêxistina maf, ji 13 kesan nasnameyên 10’an jê piştrast kir. Li gorî vê; Alî Faza Hoşneşîn, Ferşad Şeyhî, Avin Sorkhi, Cafer Faryadi, Ali Sarlakabad, Soşa Moradi, Behzad Meşayekhi, Muhammed Alî Saidlu, Morad Goli û Abolfazl Nakvi çendek ji wan kesên hatine darvekirin in. Xebatên ji bo tespîtkirina sê kesên din jî didomin.    HRANA’yê, da zanîn ku ev darvekirin parçeyeke polîtîkaya înfazkirinê ya rejîma Îranê ya demên dawî ye. Li gorî daneyên rêxistinê; ji 1’ê Çileya 2025’an heta 1’ê Çileya 2026’an li Îranê herî kêm 2 hezar û 63 kes hatin darvekirin. Ev hejmar nîşan dide ku rêjeya darvekirinên li Îranê li gorî par ji sedî 119 zêde bûye.    Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’ê mehek berê raporek parve kir û got ku rejîma Îranê van înfazan weke “amûra tirsandinê” bi kar tîne. Hat gotin ku ev polîtîkaye bandoreke hilweşîner ser kêmaniyên lki welat û penaberan çêdike. Rêxistinên mafên mirovan bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku ji bo pêşîlêgirtina îdamên li Îranê gavên bibandortir û şênber biavêjin.