Di dosya Rojîn Kabaîş de pêşketina nû 2026-02-10 18:10:00   WAN - Di pêşketina dosya Rojîn Kabaîş de, dozgerê dosyayê  îtîrazê biryara  Walîtiyê ya nedayîna destura lêpirsînkirina der barê pewirdarên yurdê kir.   Xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU) Rojîn Kabaîş di 15’ê cotmeha 2024’an de winda bû û cenazeya wê hatibû dîtin. Di dosya Rojîn Kabaîş de pêşketinek nû hat jiyîn.   Dozgerê dosyayê îtîrazê biryara  Walîtiyê ya nedayîna destura lêpirsînkirina der barê pewirdarên yurda Keçan a Seyyîd Fehîm Arvasî, kir.