Rapora Akademiya Jineolojiyê (2) 2026-02-11 09:06:10   Li dijî jinan êrîşeke sîstematîk pêk hat   NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî rapora Rojava ya Akademiya Jineolojiyê, HTŞ, DAIş û hêzên bi piştgiriya Tirkiyeyê, li Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê destkeftiyên jinan hedef girtine; li hember jinên YPJ’î îşkence, înfaz û li hember saziyên jinan sûcên şer hatine kirin.   Di rapora Rojava ya Akademiya Jineolojiyê de, hat diyarkirin ku  di navenda êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye meşandin de destkeftiyên jinan hene. Li gorî raporê HTŞ, DAIş û çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê, hedefa wan ne tenê leşkerî ye, şoreşa bi pêşengiya jinan hedef hatiye girtin.   Li gorî raporê bi taybet jinên YPJ’î hedef hatine girtin û wiha hate gotin: “Şervanên jin ên hatine girtin îşkece li wan hatiye kirin, porê wan hatiye birîn, bedena wan hatiye teşhîrkirin û hatine Înfazkirin.  Ev pêkanîn rêbazeke şer a sîstematîk a ku berxwedan û nasnameya jinan hedef digire ye.”   Êrîşên îdeolojîk yên li dijî bedena jinê   Akademiya Jineolojiyê, destnîşan kir ku ev êrîşên li dijî jinên ne bûyerên munferîtin wiha hate gotin: “Şervanên YPJ’ê yên piştî hatin înfazkirin bedena wan hatiye teşhîrkirin. Ev hem sûcê şer e hem jî sûcê mirovahiyê ye. Divê ev di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Êrîşên li dijî jinan nasnameya civakî û neteweyî a jinên Kurd hedef digire. Di heman demê de jinên Ereb yên herêmê jî hedef hatine girtin.”   Saziyên jinan hatin talankirin, hilweşandin   Di raporê de hat destnîşankirin ku saziyên jinan yên Tebqa û Reqayê hedef hatine girtin û avahiya Meclîsa Jinan a Zenobiya hatiye hilweşandin, talankirin, belge û mohrên aydê rêxistinên jinan hatine talankirin, Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê hatiye talankirin, peyker sembolên berxwedana jinan hatine şikestin.   Akademiyê diyar kir ku armanca van êrîşan paqijkirina bîra têkoşîna jinan, ji qadên cemawerî durxistina jinane û veguhertina civakê ye.   ‘Ev êrîş ne tenê li dijî jinan li hember civakê ye’   Di berdewamiya raporê de hat diyarkirin ku modela jiyana azadixwaz a jinan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, pergala serdest ya mêr û mîlîtarîst ditirsîne û ji ber vê jî êrîşên li hember jinan ne tenê li hember jinan e li hember civakê ye û parçeyeke şerê îdeolojîk yê ku jiyana hevpar a gelan hedef digire ye.   Her wiha bang hat kirin ku divê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de ev êrîş bên lêpirsînkirin û hişyariya bêdengiya li dijî sûcan, zemîna berdewamkirina van sûcan ava dike, kir.