DBP: Divê îradeya çareseriya demokratîk esas bê girtin 2026-02-15 10:39:31   AMED - Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku divê îradeya çareseriya demokratîk li ber çavan bê girtin.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbarê salvegera 27'emîn a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek nivîskî weşand.    Daxuyanî wiha ye:   "Komploya navnetewî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pêk hat, 27 sal li pey xwe hişt. Li gel salên borî û tecrîda giran a ku dimeşe, em car din diyar dikin ku; Birêz Ocalan bi biryara xwe ya çareseriyê û bi îradeya ku meşand, tevî hesabên vê komployê bi her awayî vala derxist.    Komploya navnetewî, wek encameke planên hêzên hegomon bû hewl didan Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve saz bikin. Di vê pêvajoyê de, li dijî qeyranên Modernîteya Kapîtalîst, pardîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku birêz Ocalan bi nexşerêya ‘’Rêya Sêyemîn’’ diyar kir, ji pêşeroja gelan re rêyên çareseriyê yên alternatif vekir. Hêzên netew-dewlet bi komployê hewl dan daxwaz azadî û wekheviyê ya gelan bifetisînin û hewl dan, bi polîtîkayên şer û nijadperest pêşeroja erdnigariya Rojhilata Navîn tarî bikin. Lê, Birêz Ocalan ê ku ji Sibata 1999’an vir ve di bin tecrîdeke giran de tê girtin, bi paradîgmaya ku pêş xist, planên ‘’tasfiyekirina gelan’’ û senaryoyên ‘’kaosê’’ vala derxist. Li hember hewldanên Modernîteya Kapîtalîst a ku dixwasin bi komployê 3’mîn Şerê Cîhanê bidin destpêkirin, birêz Ocalan grava Îmraliyê veguhest dibistana aştî û berxweddanê. Li hember tevî senaryoyên qirêj bi ‘’Manîfestoya Civaka Demokratîk’’ bersiva herî mezin da.    Tevî bingeha tevî şer, qeyranên siyasî û civakê yên ku îro li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn tên jiyîn, pirsgirêka Kurd û rejîma tecrîda Îmraliyê cih digre. Li hember vê dorpêçê, feraseta çareseriyê ya Birêz Ocalan îro ji tevahiya Rojhilata Navîn re çareseriyê pêşkeş dike. Rewşa Rojava jî di vî warî de mînake herî şênber e ku wek navnîşana çareseriyê taybetiya xwe diparêze. Geşedanên siyasî û leşkeri yên ku di demên dawî de li Sûriyê û Rojava tên jiyîn, hevsengiyên herêmî yên ku her roj tên guherîn jî nîşan didin ku, nexşerêya ‘’Netewa Demokratîk’’ a Birêz Ocalan çima û çiqas girîng e, jêneger e. Di vî warî de car din derdikev holê ku; pêşroja herêmê û Sûriyê, naskirina statuya gelê Kurd bi naskirina îradeya Birêz Ocalan, bi esasgirtina nexşerêya wî ya çareseriyê mumkun e.    Ji ber vê yekê jî, banga ‘’Aştî û Civaka Demokratîk’’ ku Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê ragihand, ji bo avakirina civakeke demokratîk û ji bo sazkirina jiyaneke bi rûmet û aştiyeke mayînde wek nexşerêyeke dîrokî, xwedî cihekî girîng e. Ya ku Birêz Ocalan di vê bangê de tîne ziman; îradeya muzekereya demokratîk û hêviya aştiya civakî ya mîlyonan kesan e. Ji ber vê yekê jî, her hevdîtinin ku li Îmraliyê pêk tên, tê wateya bihêzkirina pêwendiyên dîrokî û pêşxistina tifaqên stratejîkên ên gelan e. Di vê warî de, divê nêzikatiya li dijî birêz Ocalan wek berjewendiyên siyasî neyên dîtin, divê wek mifteya çareseriyê îradeya wî esas bê girtin. Gava herî şênber a vê rastiyê jî; li ser esasên muzekereyên demokratîk û zagonî demildest azadiya Birêz Ocalan e.     Divê neyê jibîrkirin ku; projeya ‘’aştî û civaka demokratîk’’ a ku Birêz Ocalan hewl dide bixe meriyetê, di heman demê de têkoşîna avakirina komara demokratîk e. Di vê pêvajoya xeternak a ku her ku diçe bandor li Tirkiye û Kurdistanê jî dike de, hêza çareseriyê ya Birêz Oaclan, ji bo pêşeroja gelan firsenda herî mezin û dîrokî ye. Siyaseta înkar û îmhayê ya ku bi komploya 15’ê Sibatê ve hedef hat girtin, îro ji aliyê îradeya çareseriyê ya Birêz Ocalan ve yek bi yek têk diçin. Li hember feraseta komplogeran, xwedîderketina vê îradeya dîrokî û avakirina pêşerojeke azad divê bibin peywirên me yên sereke. Ji ber vê yekê jî em car din diyar dikin; navnîşan û  îradeya çareseriyê diyar e; divê Birêz Ocalan azad bibe! "