Li Peyasê ji bo jinan perwerde hat dayin 2026-02-16 08:54:34   AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, xebatên xwe yên ku jinan dike navenda xebatan, bê navber didomîne. Bi armanca bilindkirina hişmendiya li ser pêvajoyên biyolojîk û rolên civakî, di bin banê şaredariyê de du atolyeyên cuda hatin li dar xistin.   Atolyeya Tabu û Hejariya reglê   Jinên ku li Navenda Hevgirtinê ya Jinan kom bûn, di atolyeya bi navê “Tabu û Hejariya Reglê” de nêrînên girîng parve kirin. Atolyeyê bal hat kişandin ser wê yekê ku di dîroka Mezopotamyayê de wekî “sembola berhemdariyê” dihat dîtin, lê îro çawa bûye tabûyeke civakî.   Mijarên sereke yên ku di atolyeyê de hatin nîqaşkirin ev bûn: Veguherîna Dîrokî; çawa çerxên xwezayî yên jinan ji ber normên civakî bûne mijareke veşartî; Hejariya reglê: hate tekezkirin ku xizaniya jinan a ku li gel krîza aborî kûrtir kiriye, gihîştina berhemên paqijiyê zehmet bûye û li ser hevgirtinê hate dubarekirin û teqezkirin ku rêya şikandina tabûyan bi di hevgirtina jinan de derbas dibe.   Atolyeya taybet ji bo xebatkarên Park û Baxçeyan   Xebateke din a Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ji bo xebatkarên jin ên Gerînendetiya Park û Baxçeyan bû. Atolyeya bi navê “Zayenda Civakî” li Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate li dar xistin û bal kişand ser hişmendiya jinan a li cihê kar.   Di dema perwerdehiyê de, cudahiyên bingehîn ên di navbera zayenda biyolojîk û zayenda civakî de hatin şîrovekirin û hate destnîşankirin ku rol ji aliyê civakê ve tên avakirin û ji nifşekî derbasî nifşê din dibin. Xebatkarên jin behsa newekheviya ku di jiyana rojane û li ser kar de pê re rû bi rû dimînin kirin û weha gotin:“Bi saya vê perwerdehiyê, me ferq kir ku newekheviya ku ji ber rolên zayendî di herikîna jiyana rojane de têne serê me, çiqas zêde ne.”   Şaredariya Peyasê ragihand ku ew ê atolyeyên xwe yên perwerdehî û hevgirtinê bidomînin, da ku jin di jiyana civakî û aborî de bigihîjin pozîsyoneke bihêztir.