Li Sêrtê MEBYA-DER hat vekirin 2026-02-16 15:19:02   SÊRT - Li Sêrtê gel û malbatên ku zarokên xwe di têkişîna azadiyê de winda kirine, MEBYA-DER vekir.   Gelê Sêrtê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) vekir. Di vekirina saziyê de rêveberên DEM Partiyê û DBPê yên Sêrtê, Aktîvîstên TJA'yê, Dayîkên Aştiyê, endamên BOTAN-DER'ê, Hevşaredên Şaredariya Sêrtê yên ku qayim li şuna wan hatibû tayînkirin û yên Navçeya Misircê, rêveberên MEBYA-DER'a Amedê û gelek endam û rêveberên saziyên bajêr tev li vekirina saziyê bûn. Her wiha kesên tev li vekirina saziyê bûn pêşî ji bo cangoriyên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekî rêzgirtin. Piştî rêzgirtinê qordele hat birîn. Dema qordele hate birîn girseyê dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.   Xebatkarê MEBYA-DERa Sêrtê Nacî Ozer di serî de xêrhatina mêvanan kir û got: “Li ser navê MEBYA-DERê ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû hevalên ku keda wan di xebatên saziyê de heye û îro şûn ve havalên ku dê ked bidin re pêşkêş dikim. Em ê li gorî nirxên wan şehîdan tevbigerin û kar û xebatên xwe bimeşînin. Têkoşîna me ya ku hatiye vê astê bi saya serê wan şehîdan e.”   Hevserokê MEBYA-DERê yê Sêrtê Abdûrahîm Aşkan jî axivî diyarkir ku duh ji bo me ‘Roja Reş’ bû û îro jî vekirina saziya me ya şehîdan e û ev tişt gotin: “Hemû xweşî û xemgîniyên me di nava hev de ne. Ji xwe ev ji dîrokê heta niha jî şîn û şahiyên me hemû di nava hev de ne. Ev têkoşîna berxwedanê ye. Her wiha em komploya li ser Rêbertiya me jî lanet û şermezar dikin. Cara yekemîn e saziya malbatên şehîdan li Sêrtê tê vekirin. Ev encama keda hemû dayîkan û gelê me yê welatparêz e.”