Li Amedê standa ‘hişmendiya ji bo Kurdî’ 2026-02-16 20:32:03   AMED- Saziyên Zimanê Kurdî, Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê standa ji bo hişmendiya ziman vekirin. Endama MED-DER’ê Bêrivan Ozguvenç bal kişand ser xebatên stand vekirinê û got: “Em ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî li her qadê xebatên xwe dimeşînin.”,,   Saziyên Zimanê Kurdî, Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li ber AVM ya Ceylan Karavîl a navçeya Peyasê ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê stand vekir. Di çalakiya stand vekirinê de sticker, kokard û broşûr hatin belavkirin. Li ser standê stickerên bi kirmanckî û kurmancî “Zimanê min welatê min e”, “Kurdî xweş e xwedî lê derkeve”, “Zimanê min nasnameya min e” hatin zeliqandin.   Endamên saziyên ziman û nûnerên saziyên sivîl tevlî vekirina standê bûn. Gelê Amedê eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan. Gel bi stranên Kurdî govend gerandin û dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zarok, ziman, azadî” berz kirin.   ‘Daxwaza me zimanê Kurdî neyê jibîrkirin’