ROJEVA 17'YÊ ÇILEYA 2026'AN 2026-02-17 09:00:00     *Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal dikişîne ser dîplomasiyê û dibêje: “Dîplomasiya dewleta netewe der barê Kurdan de çareserker nîne, dixetimîne, nakokiyên di navbera parçeyan de zêde dike. Lewma pir bi dijwarî hewcedarî bi dîplomasiyeke nû, bi dîplomasiya neteweya demokratîk heye. DOSYA    *Medya Aslan a ku piştî 8 salan serbest hate berdan got, "Armanca me ya sereke azadiya Rêberê me ye. Dema ku Rêberê me azad bibe, hemû girtiyên siyasî jî dê azad bibin. Em behsa başbûna şert û mercan nakin, em behsa azadkirina hemû girtiyên siyasî dikin." DÎMEN HEYE   *Endama Lijneya Rêvebiriya DMS’ê Hîvda Gunduz diyar kir ku piştî erdhejên 6’ê Sibatê avahiyên zirar dîtine hîn jî li ser piyan in û analîzên rîskê nehatine kirin û teqez kir ku yekane rêya rizgarbûnê li dijî erdhejên nû yên gengaz avakirina bajarên berxwedêr e û destnîşan kir ku pratîkên heyî vê hewcedariyê pêk naynin. DÎMEN HEYE   *Gulay Koca diyar kir ku pêkanîna mafê hêviyê ji bo avakirina aştiyeke mayînde pêwîstiyek e û got: "Naskirina mafê hêviyê ji bo pêşeroja civakeke demokratîk neçar e. Azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan rasterast bi avakirina demokrasiya rastîn li Tirkiyeyê ve girêdayî ye." BI DÎMEN    *Hevberdevka Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Eylem Cîn, derbarê wêrankirina jîngehê ya li Şirnexê de axivî û diyar kir ku ji sala 2018'an vir ve bi sedan ton darên ter hatine birîn û got, "Ev rewş bûye pratîkek sîstematîk a şerê taybet." DÎMEN HEYE