Ji bo misogerkirina mafên jinan kampanyayekê dest pê kir 2026-02-18 13:42:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo misogerkirina mafên jinan di Sûriyeya nû de, dest bi kampanyayeke neteweyî û navneteweyî kir.   29 tevger, rêxistin, yekitî û partiyên siyasî yên jinan, îro li Stadyuma 12'yê Adarê ya Qamişloyê, bi amadebûna bi dehan çalakvan, endamên rêxistinên jinan, rewşenbîr, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan, daxuyaniyek da. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, bi erebî ji hêla rêvebera Meclisa Jinên Sûriyeyê Muna Yûsif û bi suryanî ji hêla emdama Partiya Yekitiya Jinên Suryan Semîra Gewriyê ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hate gotin:    “Em tevger û rêxistinên jinan li Rojava Kurd, Ereb, Suryan-Asûrî, Ermen û hwd piştrast dikin ku her destkeftiyek ku em îro diparêzin, sozeke dilsoziyê ye ji bo mîrateya wan ku em ê nehêlin ku were windakirin an jî têk biçe.”   Ji qadên jina azad bi hêrseke mezin û cesaretek xurt, dema ku em bi giyanekî berxwedanê, ne têkçûnê, nêzîkî Roja Jinan a Navneteweyî (8’ê Adarê) dibin, em ji qadên têkoşînê destpêkirina kampanyayeke mezin a neteweyî û navneteweyî radigihînin da ku têkoşînê di hemû qadan de dijwartir bikin û têkoşînê mezin bikin. Em ji bo mafên xwe lava nakin; berevajî vê, em civaka navneteweyî û hêzên demokratîk li ber berpirsyariyên wan ên dîrokî datînin. Em daxwazên xwe wek mafên ku nayên guftûgokirin û nayên paşxistin, pêşkêş dikin ku ev in:   * Parastina aşkera û bêguman a destkeftiyên şoreşa jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi giştî li Sûriyeyê hatine bidestxistin, di destûra nû de, da ku parastina wan ji zîhniyeta baviksalar, dûrxistin û selefîst ku di dîrokê de hewl daye jinan ji meqamên biryardanê dûr bixe, misoger bike.   * Bicîhanîna tevahî  mijarên ku di 30’ê Çileyê de li ser hatiye lihevkirin, misogerkirina temamkirina pêvajoyên entegrasyonê û garantîkirina beşdariya bibandor û serbixwe ya jinan di hemû saziyên leşkerî, siyasî û îdarî de.   * Naskirina destûrî ya pergala "hevserokatiyê" û pejirandina kotaya jinan a herî kêm ji sedî 50 di hemû şaxên dewletê û komîteyên nivîsandina destûrê de wek garantiyek wekheviya tevahî.   * Têxistina bendeke destûrî ya zelal a pejirandina Fermana Hejmar 13 a der barê parastina mafên zimanî û çandî yên Kurdan de, di heman demê de garantîkirina parastina mafên hemû pêkhate û mezhebên Sûriyeyê û cihêrengiya wan a çandî.   * Avakirina komîteyên beşdar ên rastîn bi nûneratiya jinan a berfireh ji bo amadekirina destûreke nû ya demokratîk ku mafên jinan û hemû civakan diparêze û pergaleke demokratîk a nenavendî ava dike.    * Parastina karakter û avaniya bêhempa ya Hêzên Parastina Jinan (YPJ) û bi destûrî naskirina wan wek beşeke bingehîn û yekpare ya pergala parastin û berevaniyê, ji bo teqdîrkirina rola wan a dîrokî di têkbirina terorîzmê û parastina nirxên mirovan de.   * Pabendbûna mutleq bi Qanûna Jinan û destkeftiyên mafên qanûnî û sivîl ên bi  destketî re û redkirina bi awayekî kategorîk her qanûnek ku bindestiyê didomîne an jî hewl dide ku rola civakî û siyasî ya jinan kêm bike.   * Aşkerakirina çarenûsa winda û windahiyên bi zorê, tavilê hesabpirsîna hemî sûcdarên sûc û binpêkirinên hovane yên li dijî jinan û bicîhanîna prensîbên edaleta veguhêz ji bo misogerkirina tezmînatê ji bo qurbaniyan û pêşîgirtina li bêcezatiyê.   * Garantîkirina vegera ewle û dilxwaz a hemû kesên ku ji hundir koçber bûne û kesên ku bi zorê hatine derxistin bo malên xwe bi peydakirina garantiyên navneteweyî ku wan ji tolhildanê diparêzin û debara jiyana wan misoger dikin.   * Em bang li civata navneteweyî dikin ku modela rêveberiya xweser û ezmûna pêşeng a jinan di nav wê de wekî modelek neteweyî ji bo çareseriyek berfireh a Sûriyeyê nas bikin, ku veguherînek ber bi Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî ve garantî dike.   Em vê bangê li hemî tevgerên femînîst û hêzên demokratîk ên cîhanê dikin: Têkoşîna me ya îro xeta dawîn a parastinê ye ji bo nirxên gerdûnî yên azadiyê li dijî tarîtiya selefîst û îdeolojiya baviksalar. Armancgirtina jinên Sûriyeyê kêrek li dilê demokrasiya gerdûnî ye. Ji ber vê yekê, em ji we dixwazin ku hûn hevpeymaniyên jinan xurt bikin û zexta navneteweyî zêde bikin da ku piştrast bikin ku destûra pêşerojê ya Sûriyeyê bi qelemên ku di nav mûreka dûrxistinê û marjînalîzekirina nîvê civakê de hatine şûştin, neyê nivîsandin.”   Rêxistinên îmzekar:   Kongra Star Yekitiya Jinên Suryan li Sûriyeyê Yekitiya Ewlekariya Jinan Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundûtûjiya li dijî Jinan Hîlala Zêrîn Yekitiya Jinên Êzidî li Rojava Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Partiya Kesk a Demokratîk Yekitiya Parêzerên Cizîrê Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê Partiya Avakirin û Geşepêdana Sûriyeyê Komeleya Jinên Şawşkayê Weqfa Jinên Azad li Sûriyeyê Encûmena Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk Desthilata Jinan Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriyeyê Partiya Peymana Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê Tevgera Pêşeroja Kurdistanê Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El Partî) Encûmena Dadê Komeleya Balyozan ji bo Kesên Astengdar Rêxistina Roz ji bo Piştgirî û Hêzdarkirinê Rêxistina Rêberan a Aştiyê