Ji KURDÎGEHê çalakiya 21’ê Sibatê 2026-02-18 20:31:24   WAN - KURDÎGEHê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî çalakiyek li dar xist û belgeyên qedandinê dan xwendekarên xwe.   Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), di çarçoceya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Navenda Çandê ya Berîvanê çalakiya bi navê “Stran, Belgedayîn, Şahî” li dar xist. Di çalakiyê de ji xwendekarên ku ji kursên KURDÎGEHê mezûn bûne re belgeyên qedandinê hatin dayîn. Di çalakiyê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hat daliqandin. Parlamenterên DEM Partiyê Mahmut Dîndar, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Abdullah Zeydan, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl tev li çalakiye bûn.   ‘Divê em ji bo zimanê xwe têbikoşin’   Hevserokê KURDİGEHê Mesut Kertiş pêşiya çalakiyê diyar kir ku li cîhanê 7 hezar ziman hene lê 2 hezar û 500 ziman bi xetereya windabûnê re rû bi rû ne û got: “Kurdî jî di nav wan zimanên di xetereya windabûnê de ye. Pergal pir baş dizane ku ger ziman biqede, wê gel jî biqede. Çand, ziman û welat sedemên herî girîng ên hebûnê ne. Çanda me çanda Kurdî ye, zimanê me Kurdî ye û welatê me jî Kurdistan e. Her gel dikare ji bo pêşeroja xwe biryar bide. Em jî ji bo zimanê xwe, statuya ziman divê biryarek bidin. Ev mafê me ye û em divê ji bo parastina vî mafî têkoşînê bidin meşandin. Em divê jiyana xwe ya rojane hemû bi KURDÎGEHê veguherînin. Em silav li kesên ku ji bo zimanê xwe têkoşînê didin dikin, ji ber ku wan navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandine.”   Piştî axaftinan, belgeyên qedandinê ji mezûnan re hat dayîn. Şev bi guhdarîkirina muzîkê bi dawî bû.