‘Li Îranê gel bi şerê aktorên derve jî hat dorpêçkirin’ 2026-02-21 09:05:39   Melek Avci   ENQERE - Dr. Raheleh Taranî krîza civakî û psîkolojîk a li Îranê her diçe giran dibe nirxand û got: “Gel ne tene bi zor û zehmetiyên aborî, bi şerên aktorên derve jî hatiye dorpêçkirin. Çareseriyên hêsan ne ji bo berjewendiyên gelan e. Ez bi hêza vî gelî bawer dikim. Ger bibin yek wê rewşa welat biguherin. Yanî divê ne girêdayê hêzên derve bin.”   Li Îranê krîza siyasî, civakî û aborî her diçe giran dibe û zextên hikûmeta Îranê yên li ser çalakvanan her diçe giran dibin. Li gorî raporên dawî bi hezaran kesî di protestoyan de jiyana xwe ji dest dane û bi dehezaran kes jî  hatine girtin.   Psîkolog û aktîvîst Dr. Raheleh Taranî  der barê rewşa Îranê de axivî.   ‘Mirov bi bertek û hêrs in’   Raheleh Taranî  der barê rewşa ji serê 2026’an heta niha didome û atmosfera welat de axivî û got: “Tiştên gelê Îranê dijî bi rastî zehmetin. Mirov vegeriyane rutînên xwe û tê xuyakirin ku hikûmetê her tişt veguherandiye rewşa normal. Lê rastî ev e ku tu tişt ne wek berê ye. Mirov bi hêrs in. Ev karasetek mezin e û wek dibêjin her tişt veguheriye ‘normalbûnê’. Lê nerehetiya wan ya li dijî aboriyê didome. Sererastkirinek tune ye. Ji vir şûnde wê çi bibe nayê zanîn.”   ‘Civakê li dijî aboriyê dest bi protestoyan kir’   Raheleh Taranî her wiha got piştî li welat înternet hatiye birîn şûnde têkilî danîn bê derfet maye û got: “Ji ber vê hemû tevger hat asta rawestînê. Rewş tevlihev e û pênasekirin bi rastî zehmet e. Ji ber daxwazên rewa yên gel hebûn. Civakê li dijî aboriyê dest bi protestoyan kir. Gel di alî aborî de pirsgirêkên mezin dijîn. Gel tevî hemû astengî û zor û zehmetiyan çalakiyên xwe berdewam kirin. Heta derengiya şevê tevî tundiyê çalakî domandin. Hikûmeta Îranê rejîmek zextxwir û otorîter e. Bi riyên demokratîk bersiv nadin daxwazên gel. Ji rewşa dihat jiyîn berpirs bûn. Di heman demê de divê ev bê dîtin, tevger ji aliyê Mossad û DYA’yê ve çawa hat bi destxistin û rêvebirin, mudaxalekirin.  Trump got ‘alîkarî di rê de ye berxwedanê bidomînin’.  Bi van peyaman nêrîn afirandin.”   ‘Ji ber fikr û planên cuda em bi fikar in’   Raheleh Taranî wiha dirêjî dayê: “Vê rewşê ciwan zêdetir teşwîqê protestoyan kir.  Li gorî tê dîtin hinek plan û fikrên ku ev pêvajo bi rêve birin û organîze kirin hene. Lê bi birîna înternetê re ev hewldan hatin astengkirin. Ev tê hişê mirovan; Tiştên li Lîbyayê hatin jiyîn li Îranê tên dubarekirin? Yan jî tiştên li Sûriyeyê tên jiyîn li Iraqê tên jiyîn li Îranê jî tên jiyîn? Ji ber vê jî ez ketim fikaran. Ez di nava fikar û nezalaliyek mezin de bûm. Me nizanibû wê çi bibe. Em piştgiriyê didin civakeke ku daxwazên xwe tînin ziman. Lê  dema me ferq kir ku aktorên derve tevli rewşa Îranê bûne, fikarên me çêbûn.  Em hîna jî bi fikarin.”   ‘Pêvajo ket bin kontrola aktorên cuda’   Raheleh Taranî ev tişt anî ziman: “Rewş tevli hev e. Ev şereke vegotinê ye. Hinek mijarê wek daxwazên gel û hikûmetê nîşan didin. Li gorî vê nêrînê divê civaka navneteweyî li dijî Îranê bûna. Lê hinek vê rewa dibînin. Ez tevli vê nabim. Gelek vegotinên em dibihizin hene. Gel li dijî zext û polîtîkayên aborî ne. Lê wek min got pêvajo ji nokteyekê şûnde ket destê aktorên cuda û ji kontrolê derket û berbi aliyekî din ve çû.”   Rahleh Taranî destnîşan kir ku rastî ev e ku mirov di alî aborî û pirsgirêkên aborî de zehmteiyên mezin dikşînin û ev jî ji ber rêveberiya nebaş ya hikûmetê pêk tê û wiha dirêjî dayê: “Mirov bi awayekî mafdar li dijî hikûmetê bi hêrsin. Polîtîkayên neolîberal û zêdebûna bihayan jiyan pir zehmet kir.Lê li aliyê din jî ji ber mudaxîlbûna Israîl û DYA’yê bi fikarin û mudaxaleyeke biyanî naxwazin.  Ne hikûmeta Îranê xwedî sazbûnek homojene ne jî gel xwedî yek tîn nêrînê ye. Tecrubey û astên hişmendiya siyasî ya mirovan hene.  Mirov îstîkrara aborî dixwazin. Jiyanek bi rûmet diwazin. Îhtîmala tiştên ku li Venezuelayê hatine jiyîn li Îranê jî pêk bê heye. lê wek min got ev bi mriovan tiştên ku dixwazin nikarin bidin kirin. Mirov li çareseriyên hêsan digerin lê mixabin ev çareserî ne ji bo berjewendiyên wan e. Ez bi hêza vî gelî bawer dikim. Ger bibin yek wê rewşa welat biguherin. Yanî divê ne girêdayê hêzên derve bin.”