Çîrokek ku jiyan bi aştiyê hat hûnandin: Behiye Bor 2026-02-22 09:07:50   WAN­-Dayika aştiyê Behiye Bor têkoşîna xwe ya bi salan niha vediguherîne baweriya ‘aştî û civaka demokratîk’.Behriye Bor da zanîn ku ew dixwaze axeke keça wê ya ku dikare bîhn bike hebe û got: “Ji canê min parçeyek çû lê bila aştî pêk bê. Em dest bidin hev aştiyê bînin.”   Dayika Aştiyê Behiye Bor (55) ya li Wanê, yek ji jinên ku jiyana xwe da ser azadî, hêvî û aştiyê. Çîroka wê çîroka hemû jinên Kurd vedibêje. Behiye Bor ku bi keça xwe ya du salî re hate girtin, bi giştî 4 caran hat girtin.  Keça wê ya du salî bû pê re li girtîgehê ma Emel Bor (Sozdar Faraşîn) piştre tevli tevgera azadiyê dibe û jiyana xwe ji dest dide.   Gundê wan şewitandin   Behiye Bor li gundê Germav ê Elkê ya Şirnexê tê dinê. Di 1986’an de dizewice û piştre koçî Wanê dikin. Di salên 90’î de gundê wan Germav tê şewitandin. Piştî gundê wan tê şewitandin neçar dimînin koç bikin û tên Wanê.   ‘Her tişt hat serê me’   Behiye Bor wiha got: “Her tişt hat serê me. Îşkence, girtîgeh, zext û tundî. Ligel îşkenceyan pirsgirêkên aborî bandorek neyînî li ser me kir. Jiyan bi hêsanî nehat avakirin. Berê em bi xeyalên xwe dijiyan. Piştre her ku me têkoşîn meşand, me ruyê rast yê îşkenceyê dît. Dewletê zilmek mezin li me kir. 4 caran hatim binçavkirin û girtin. Bi ser mala me de dihat girtin. Me gelek îşkence dît. Digotin hûn piştgiriyê didin gerîlayan.”   Li dijî îşkenceyan têkoşîn   Behiye Bor got di her girtinê de îşkence dîtiye û li dijî îşkenceyê têkoşîn meşandiye û wiha vegot: “Ez di 2001’ê de bi îşkenceyê hatim binçavkirin. Digotin ‘ya tuyê nav bidî yan jî em ê te bikujin’. Min jî nav neda. Em tazî dikirin û îşkence li me dikirin. Bi rojan îşkence li min kirin. Piştre hatim girtin. Ez birim girtîgeha Bedlisê. Zarokên min biçûk bûn. Keça min Sozdar wê demê 2 salî bû. Ew dabûn gel min. Sozdar her tim digiriya. Digot em herin malê. Me pir tişt jiya. 4 zarokên min jî li derve bûn.”   4 caran hat girtin girtin   Behiye Bor piştî tê berdan dîsa di serdegirtina malê de tê girtin û çend rojan li girtîgeha Wanê dimîne tê berdan. Piştre cara sêyemîn di serdegirtina malan de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ tê girtin. Dibin Bedlisê û piştre dibin girtîgeha jinan a Şakranê.4 meh şûnde tê berdan. Behdiye cara çaremîn jî tê girtin û piştî du salan şûnde tê berdan.   Têkoşîna keça xwe vegot   Keça wê Emel Bor (Sozdar Faraşîn) ku dema du salî bû bi dayika xwe re li girtîgehê ma (Sozdar Faraşîn) di 2014’an de tevli Tevgera Azadiya Kurd bû. Di 25’ê îlona 2020’an de li Qadên Parastina Medya jiyana xwe ji dest da. Bediye Bor keça xwe wiha vegot: “Me navê wê Eylem danî bû. Lê nivûsê nenivîsî, Emel nivîsîn. Me dîsa jî jê re digot Eylem. Zarokek têkoşer bû. Jîr bû. Tevli gerîla bû. Min jî got riya te vekiribe. Polîs hatin mala me û gotin keça te jiyana xwe ji dest daye. Me ewil bawer nekir. Me ji televîsyonan dît. Gora keça min tneye. Ez dixwazim gora wê hebe, axa wê hebe. Ez biçim ser gora keça xwe.Ji canê min can çû. Lê ez aştiyê dixwazim. Divê dewlet gavê bavêje. Bila aştî bê. Em dest bidin hev û aştiyê bînin.”