Bi 8’ê Adarê re ber civaka azad û demokratîk (4) 2026-02-23 09:05:12   Şer, xizanî, tundiya mêr: Di berxwedanê de şûnde gavavêtin tuneye   Dîlan Babat   NAVENDA NÛÇEYAN - Di şertên ku kolan hatine girtin, şer giran bûye de jin, tevî rejîmên cuda xeta hevpar a berxwedanê ava kirin û daxwaza civaka demokratîk û azad bilind kirin.   8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, ne tenê rojeke piştevaniyê ya sembolîk, wek xeta parastinê ya ji bo bidestxistina maf û destekftiyan  tê nirxandin. Îsal dengê jinên di bin zext, xizanî û şer de ne mohra xwe li 8’ê Adarê dide. Ji Fîlîstînê heta Afganîstanê, ji Hîndistanê heta Yemenê ji Sûdanê heta gelek welatên din jin li dijî serdestiya mêr û mîlîtarîzmê dadikevin qadan, xwe rêxistin dikin û heqîqeta xwe bilind dikin.Têkoşîna jinan êdî bi daxwaza wekheviyê sînor nîne. Berxwedan di esasa mafê jiyan, aştî, edalet, ked û azadiyê de teşe dibe. Ev berxwedan di xeta hevpar de tê gel hev: Avakirina civaka azad û demokratîk.   Me di beşa vê dosya xwe de berxwedana jinên Rojhilata Navîn (Fîlîstîn, Hîndistan, Afganîstan, Yemen û Sudan) kom kir.   Fîlîstîn: Mafê jiyanê û ji bo agirbestê dengê jinan   Li Fîlîstînê têkoşîna jinan li dijî hilweşîna şerê di salên dawî de bi teşe bû. Bi taybet bi êrîşên li dijî Xezayê re jinan, ji bo vekirina korîdorên alîkariya mirovahî, agirbest û parastina sivîlan, hem li qada herêmî hem li qada navneteweyî dengê xwe bilind kirin. Jinên ku ji warên wan hatin kirin, zarokên wan jiyana xwe ji dest dan, ji xizmeta tenduristiyê bêpar man, şahidiya xwe dan bihîstin û aliyê zayendî yê şer derxistin pêş. Rêxistinên jinan ên Fîlîstînê, bi însiyatîfa aştiyê ya jinên Israîlê re li dora ‘banga aştiyê ya dayikan’ çalakiyên hevpar rêxistin kirin. Jinan li dijî ku jin ji derveyê hevdîtinên aştiyê hatin girtin, derketin û gotin di maseya muzakereyê de jin divê kirde bin.   Afganistan: Kolan girtîne, berxwedan didomin   Li Afganistanê di sala dawî de zextên li ser jinan giran bûn. Ji perwerdehiyê heta jiyana xebatê, ji qada cemawerî heta azadiya gerê, gelek mafên jinan ji aliyê rêveberiya Talîban ve hatin xespkirin. Tevî vê jinan dest ji berxwedanê bernedan.   Li Afganistana ku çalakiyê kolanan bi bedelên giran tên çewisandin,  jin li dora dirûşmeya ‘ked, kar û azadî’ torên rêxistinbûna veşartî ava kirin. Li malan dibistanên bin erdê hatin vekirin, perwerdehiyên onlîne, civînên veşartî û ji ser dîasporayê kampanyayên navneteweyî meşandin, bûn alavên esas yên berxwedanê. Jinan li dijî rejîmê parastina mafê xebat û perwerdehiyê meşand.   Hîndistan: Ji bo edalet û ewlehiyê serhildana jinan a girseyî   Li Hîndistanê di sala dawî de jinan bi daxwaza edaleta li dijî tundiya zayendî xwe rêxistin kirin. Li Kolkata jineke doktor rastî destdirêjiyê hat û hat qetilkirin. Piştî vê protestoyên dest pê kirin li welat belav bûn. Jinan bi dirûşmeyên ‘şevê şûnde bigirin’ daketin kolanan û daxwaza ewlehiyê bilind kirin. Meşên ku jinan pêşengiya wan kir, kedkarên tenduristî, rêxistinên pîşeyî û komên xwendekaran jî tevli bûn. Di protestoyan de ne tenê cezakirina gumanbaran, polîtîkaya bêcezahiştinê ya dewletê hedef hat girtin. Ligel vê jinan li dijî heqdestê kêm, xebata bê ewle û binpêkirina kedê çalakî pêk anîn. Li Hîndistanê bi qasî wekheviyê, daxwaza ‘jiyaneke bi ewle’ derket pêş. Jinan diyar kirin ku li cihê edalet tunebe civak jî ne azad e.   Yemen:Jin ji bo parastina jiyanê li kolanan e   Li Yemenê jî têkoşîna jinan li dijî şer û xizaniya her diçe giran dibe pêş ket. Bi taybet li bajarê Aden jin li dijî birîna ceyranê, xwegîhandina vê, nedayîna mûçeyan û bihabûna jiyanê çalakî rêxistin kir. Ev çalakî wek ‘şoreşa jinê’ hat binavkirin.   Jinan pirsgirêkên rojane veguhertin daxwazeke polîtîk û bûn kirdeya parastina jiyan û bajar. Jin bi zextên hêzên ewlehiyê re bên rû hev jî şûnde gav navêtin. Li Yemenê ne tenê jin, hemû civak ji bo mafê jiyanê rabûn ser piyan.   Sûdan:Di nava şer de daxwaza aştî û edaletê   Li Sûdanê şer, bandorek giran li ser jinan kir. Di serî de li Darfurê li gelek herêman li hember jinan tundiya zayendî ya sîstematîk, koçberkirin û astengkirina alîkariya mirovahî pêk hat. Li dijî vê jinan hem li herêmê hem li qada navneteweyî dengê xwe bilind kirin. Jinên Sûdanê bi armanca bidawîbûna şer, parastina sivîlan û darizandina gumanbaran meş pêk anîn. Bang kirin. Rêxistinên jinan diyar kirin ku aştî encax bi kirdebûyîna jinê pêkan e.   Jin pêşerojê diparêzin   Li Fîlîstîn, Afganistan, Hîndistan, Yemen û Sûdanê têkoşîna jinan di şertên cuda de pêş bikeve jî di xeta hevpar de hat gel hev. Jinan ne tenê li dijî şer, xizanî, zextên dewlet û tundiya mêr, bi daxwaza avakirian civakek nû derketin qadan. Li van erdnîgariyan jinan carek din nîşan dan ku têkoşîna aştî û azadiyê bêyî pêşengiya jinan ne pêkan e. Jin jiyanê diparêzin û cîhanê diguherin.