TJA li sê navçeyên Rihayê bi jinan re hat gel hev 2026-02-27 19:13:36   RIHA - TJA, li sê navçeyê Rihayê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi jinan re hat gel hev.   Tevgera Jinen Azad (TJA), bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi jinan re hevdîtina pêk tîne. TJA li navçeya Pirsûs, Xelfetî û Serêkaniyê ya Rihayê bi jinan re hevdîtin pêk anî.   Di hevdîtinên ku gelek jin tevli bûn de der barê rêxistibûna li dijî tundiya li ser jinê de agahdarkirin hat kirin. Li aliyê din ji bo mîtînga 8’ê Adarê ya li Pirsûsê jî bang hat kirin.   Hevdîtin bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.