Peyama 8’ê Adarê: Yekîtiya jinan û civaka demokratîk 2026-03-06 09:08:17   Rojda Aydin-Rabîa Onver     AMED - Jinan diyar kirin ku 8’ê Adarê îsal bi “Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk” hîn bêtir wate girtiye û bal kişandin ser rola jinan a di yekîtî û rêbertiyê de û bang li hemû jinan kirin ku derkevin kolanan.   8’ê Adarê rojeke hevgirtin û berxwedanê ye ku her sal li qadên giştî mezin dibe û sembola têkoşîna jinan ji bo wekhevî, azadî û edaletê ye. 8’ê Adarê ya îsal ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye; ew xaleke werçerxî ya dîrokî ye ku tê de bangên ji bo aştiyê, lêgerîna civakeke demokratîk û bi taybetî rola pêşeng a jinan bi biryarî tê gotin. Rola jinan di hemû warên jiyana civakî de tê destnîşankirin û tê gotin ku vîna jinan di pêvajoyên aştiyê û veguherîna civakî de diyarker e. Her wiha 8’ê Adarê ji bo xurtkirina yekîtiya jinan û lêgerîna yekîtiya neteweyî xwedî girîngiyeke taybet e. Jin ne tenê di rojên diyarkirî de, lê her roj di têkoşînê de ne û ew di bidawîanîna şer û tundiyê û avakirina atmosferek aştî û yekîtîyê de mîsyonek pêşeng digirin ser xwe. Di vê çarçoveyê de, 8’ê Adarê wekî rojeke têkoşînê derdikeve pêş ku jin tê de dengê xwe yê kolektîf bilind dikin, giyanê xwe yê yekîtiyê xurt dikin û daxwaza xwe ya aştiyê bi awayekî xurttir tînin ziman.      Bi vê yekê re jinan careke din daxwaza yekîtiya jinan anî ziman.    Endama Sekretara Însîyatîfa Demokratîk Hatîce Tay Yuksel, anî ziman ku wek her 8’ê Adarê ew ê îsal jî li qadan in û got ku 8’ê Adara îsal gelek girîng e. Hatîce Tay Yuksel, bal kişand ser bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Pêvajoya Civaka Aştiya Demokratîk û bi lêv kir ku rol û mîsyona jinê di vê pêvajoyê de gelek girîn e. Hatîce Tay Yuksel wiha domand, “Wekî ku tê zanîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga aştiyê kir û bi taybetî bal kişand ser rol û mîsyona jinê. Her tim di nava civakê de pêşeng jin in. Civak bi saya têkoşîna jinan ava dibe. Rol û mîsyona jinê hertim cuda ye û zêde ye. Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bal kişand ser vê yekê. Di rola aştiyê de jî divê jin pêşeng bin. Niha dema em berê xwe didin hemû qadên têkoşêr, jin her tim di nava civakê de wek pêşeng in. Jin di şer de, têkoşînê de, qada siyasî de û li hemû qadan de pêşeng in û rol û mîsyona xwe dilêyzin.”   Girîngiya 8’ê Adarê û yekîtiya jinan   Hatîce Tay Yuksel destnîşanî yekîtiya neteweyî kir û wiha domand, “Jin ji bo yekîtiya neteweyî nirxandinan dikin û ji bo yekîtiya Gelê Kurd xebatan dikin û fikrên xwe tînin ziman. Ez bawer im yekîtiya neteweyî di pêşengiya jinê de di rojek nêz de dê pêk were. Jina kurd di yekîtiyê de jî divê rola xwe bileyze. Îsal salek cuda ye û bangawaziya aştiyê girîng e. Divê em jin li qadan hêzê bidin bangewaziya aştiyê û xwedî lê derbikevin. Em li qadan xwedîderketina bangawaziya aştiyê û aştiya demokrasiyê bikin. Hemû jinên kurd, welatparêz û têkoşer em dixwazin li dora vê bangawaziyê bibin xelek û xwedî lê derbikevin.”   ‘Jin aştî û yekîtiyê dixwazin’   Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Mizgîn Irgat jî bal kişand ser dîroka 8’ê Adarê û diyar kir ku wateya 8’ê Adarê ji bo jinan cuda ye. Mizgîn Irgat wiha dom kir, “8’ê Adarê di encama berxwedana xwişkên Mîrabel de derket holê. Lê jinên kurd ji wê sembolê û berxwedanê ne dûr in.  Em ne bi tenê 8’ê Adarê li qadan in, em di hemû rojan de li ser piyan in. Em her rojê wek têkoşînekê li dar dixin. 8’ê Adara îsal ji demên din cudatir e. Ji ber ku di vê 8’ê Adarê de yekîtiya jinan derketiye pêş. Bi vê 8’ê Adarê dê rihê yekîtiyê zêdetir derbikeve pêş. Dema êrîşî Rojava hat kirin hemû Gelê Kurd û jinên kurd bi yek dengî yekîtiya xwe derxistin pêş. Jinên kurd dê bi heman rihî mohra xwe li 8’ê Adarê bixin. Ji ber ku jin aştî û yekîtiyê dixwazin. Kurd jî dibêjin em yekîtiyê dixwazin. Tundî û şerê ku li ser me tê meşandin em dixwazin bi dawî bibin. Di vê 8’ê Adarê de li qadan em vê têkoşînê mezin bikin. Bi vê têkoşînê em yekîtiya jinan xurtir bikin. Daxwaza me ev e û em 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. Em hemû jinan vedixwînin çalakiyên 8’ê Adarê.”