Xwediyê şîrketa ZENKAR-1’ê AKP’yî derket! 2026-03-06 09:09:12   Rojda Aydin    AMED - Derlet holê ku xwediyê şîrketa ZENKAR-1’ê Muzaffer Aslanhan ê dixwaze GES’ê  i gundê Arzoxlî çêbike, di rêveberiya AKP’ê ya Amedê de cih digire. Her wiha hat îdiakirin ku di navbera Muzaffer Aslanhan û Waliyê Amedê Murat Zorluoglu de têkiliyeke nêz jî heye.   Mijara wêrankirina jîngehê di van salên dawî de di raya giştî ya Tirkiyeyê de bûye yek ji mijarên herî zêde tê nîqaşkirin. Wêrankirina jîngehê, bi taybetî ya ji ber xebatên madenê, projeyên enerjiyê, guhertinên herêman û veberhênanên binesaziyê yên mezin, gelek caran nîqaşên li ser hesabdayîna siyasî bi xwe re tîne. Di vê çarçovê de, ew kesên ku bi têkiliyên xwe yên nêzîk bi AKP'ê re têne nasîn, bi berdewamî wekî li pişt wêrankirina jîngehê ya ku hatiye plankirin û tê plankirin derdikevin pêş.   Li gundê Arzoxlî yê navçeya Sûr a Amedê, Şîrketa ZENKAR-1 dixwaze ku Santrala Enerjiya Tavê (GES) çêbike.  Bertekên şêniyên gund li hember vê projeyê berdewam dikIN. Di 3’yê Adarê de kepçeyên şîrketê ligel cendirmeyan çûn gund ku dest bi xebatê bikin. Lêbelê, li ser bertekên şêniyên gund, cendirmeyan bikaranîna gaza îsotê û ava şid mudaxele kirin. Di dema êrîşê de, gelek kes, li gel jinên ku çalakî li dar xistin bi lêdanê hatin binçavkirin.   Xwediyê şîrketê û têkiliya wî ya bi AKP’ê re   Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tê gotin ku xwediyê şîrketa ZENKAR-1 Muzaffer Aslanhan, endamê Rêveberiya AKP’ê ya Amedê ye. Her wiha tê îdiakirin ku di navbera Muzaffer Aslanhan û Waliyê Amedê Murat Zorluoglu de têkiliyeke nêz heye. Hesabên medyaya dîjîtal wêneyên xwediyê şîrketê Muzaffer Aslanhan û Walî Murat Zorluoğlu bi hev re girtine jî hene.   Tê îdiakirin ku ji ber nêzîkatiya herdu aliyan ev êrîş û tundî li gundiyan hatiye kirin.