Li Mersînê ji jinan daxwaza jiyanek azad û wekhev 2026-03-08 22:55:00   MERSÎN - Bi hezaran jin di 12’emîn Meşa Femînîst a Şevê de hatin gel hev û li dijî polîtîkayên dijminê jinê û pergala serdest ya mêr daxwaza jiyaneke azad û wekhev bilind kirin.   Li Mersînê 12’emîn Meşa Femînîst a Şevê bi tevlibûna hezaran jinî ji Kolana Kushîmoto heta Qada Ozgecan Aslan meşiyan. Jinan pankarta ‘Em di jiyanek azad û wekhev de bi israrin’ vekirin û bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berz kirin.   Di meşa ku li Qada Ozgecan Aslan bidawî bû de axaftin hatin kirin. Aktîvîsta TJA’yê Sara Kaya ewil axivî û da zanîn ku ew berxwedana jinên li Rojava silav dikin û got têkoşîna wan wê heta avabûna civakeke demokratîk bidome.   ‘Em bi serhildana xwe li kolanan e’   Li ser navê meşa Femînîst a Şevê, Seroka Komeleya Jinan a Mîmoza Çîgdem Goksoy axivî. Çîgdem Goksoy daxuyakirin ku ji bo jiyan û keda xwe hatine gel hev û di jiyaneke azad û wekhe vde bi israrin, dengê serhildana jinan li qadan bilind dikin. Çîgdem Goksoy wiha got: “Em li dijî tunehesibandin, tundî, binpêkirina kedê, êrîşên li ser jinan li her derê di serhildanê de ne. Em vê 8’ê Adarê jî li kolanan e.”   Parlamentera DEM Partî ya Mersînê Perîhan Koca jî axivî û got: “Em têkoşîna jinê wek avakirina civakeknû rêxistin dikin. Ji aliyê pergala serdestiya mêr ve li hember jinan şer hatiye destpêkirin. Em di hawireke qirkirina zayendî de ne. Ji Rojava heta Îranê, jinên ku tarîtiyê belav dikin silav dikin.”   Daxuyanî bi stran û govendê bidawî bû.