Şerê li Rojhilat û Îranê dewam dike 2026-03-09 10:25:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên DYA-Îsraîl û Îranê yên li dijî hev di roja 10’an de didomin. Deverên leşkerî yên Rojhilat bi dijwarî hatin bombebarankirin.    Êrişên di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de di roja 10’an de didomin. Heyva Sor a Îranê ragihand ku heta niha zêdetirî 6 hezar yekeyên sivîlan ji hêla DYA û Îsraîlê ve hedef hatine girtin. Nûnerê Daîmî yê NY’yê yê Îranê ragihand ku di êrişên heta niha de 300 jê zarok bi giştî hezar û 332 sivîl hatine kuştin. Îsraîl a ku êrişên xwe yên li dijî Tehranê didomîne, êrişên li dijî başûrê Beyrûd a Lubnanê jî zêde kir. Lubnanê ragihand ku di êrişên heta niha de zêdetirî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.    Di roja 10’an a êrişan de Îranê li şûna rêberê olî Alî Xamaney, kurê wî Mucteba Xamaney weke rêberê olî hilbijart. Muhafizên Şoreşa Îranê, soza dilsoziya xwe bi Mucteba Xamaney re ragihand. Artêşa Îsraîlê, îdia kir ku Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hatemûl Enbiyayê ku girêdayî Artêşa Muhafizên Şoreşê ye Ebû Qasim Babaiyan, di êrişa li dijî Tehranê de hatiye kuştin. Her wiha hate ragihandin ku di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî bajarê Sûrê yê li başûrê Lubnanê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.    Fermandariya Navendî ya DYA’yê CENTCOM’ê, da zanîn ku di encama êrişa Îranê ya li dijî baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li dijî Erebistana Siûdî de leşkerekê birîndar bûyî jiyana xwe ji dest daye. Ev bû leşkerê 7’emîn ku di êrişên Îranê de dimire.    Berdevkê Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê, diyar kir ku heke êrişên li dijî tesîsên enerjiyê bidomin, dê li dijî Rojhilata Navîn heman êrişên xwe bidomînin. Berdevkê Artêşa Îsraîlê Effie Defrin, da zanîn ku artêşa Îsraîlê heta niha li dijî 3 hezar û 400 hedefan êriş pêk aniye.    Serokê DYA’yê Donald Trump, ragihand ku ew û Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu dê bi hev re “biryara hevpar” bidin ka dê şer kengî bi dawî bibe. Trump, ji Îranê xwest ku “bêşert û merc teslîm bibe.” Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan jî ev daxwaz red kir û got ew ji bo şerekî dirêj amade ne.    Hêzên hewayî yên Îsraîl û DYA’yê, li dijî baregeh û navendên lojîstîkî yên Muhafizên Şoreşa Îranê hedef girtin. Bi taybet jî Kirmaşan bi dijwarî hedef hate girtin. Her wiha qişle û qereqolên sînor ên li Sine, Bane û Seqizê jî li ser hev hedef hatin girtin. Baregeh, yekîneyên emniyetê û avahiyên hikûmetê yên li bajarên Îlam, Sine û Ûrmiyeyê jî di tevahiya şevê de hatin bombebarankirin.