Jina tundî lê hatibû kirin bi gûman ji avahiyê de ket 2026-03-13 20:11:00   ÎZMÎR -  Li navçeya Torbali ya Îzmîrê jina bi navê Aylîn G ji aliyê Okan G ku pê re zewicandibû ve rastî tundiyê hatibû, ji katê çaran a avahiyekê de bi guman ket û birîndar bû.   Li navçeya Torbali ya Îzmîrê di 11’ê Adarê de jina bi navê Aylîn G. ji aliyê Okan G. ku pê re zewicandibû ve rastî tundiyê hatibû, ji katê çaran a avahiyekê de bi guman ket û birîndar bû.Ekîbên hatin cihê bûyerê Aylîn G rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku rewşa Aylîn G. cidiye û girane.   Hat hînbûn ku Okan G. tundî li Aylîn G dikir û ji ber vê jî demek berê çûye cem malbata xwe. Her wiha zarok jî ji bo demekê di bin paratsina dewletê de hatine hiştin.   Lêpirsîna der barê bûyerê de didome û hat îdia kirin ku Okan G. Aylîn G ji şaneşînê de avêtiye.   Ji bo girtina Okan G û hevalên wî A.G xebatên lêgerînê didomin.