Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Helebce nayê jibîrkirin 2026-03-16 13:13:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd têkildarî komkujiya Helebceyê diyar kir ku Helebce nayê jibîrkirin û got:"Em Helebceyê bi rêzdarî bi bîr tînin, şehîdên wê bi hurmet bi bîr tînin. Ji bo parastina hebûn, rûmet û azadiya gelê Kurd, bîranîna Helebçeyê divê bibe hêza me ya herî mezin a têkoşîn û yekîtiyê."   Platforma Yekîtiya Jinên Kurd têkildarî komkujiya Helebceyê daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de jinan bal birin ser bîranîna Helebçeyê û gotin divê komkujiya Helebçeyê neyê jibîrkirin.    Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"   "Di 16’ê Adara 1988’an de, li bajarê Helebçeyê yê Kurdistana Başur, rejîma Baasî ya Iraqê bi fermana Saddam Huseyîn û bi karanîna çekên kîmyewî, êrîşeke hovane li dijî sivîlan pêk anî. Di vê komkujiyê de, bi hezaran mirov – bi piranî jin, zarok û kal û pîr – di nav çend saetan de hatin qetilkirin. Li gorî texmînên giştî û rapirsînên navneteweyî, nêzî 5 hezar kes şehîd bûn û bi deh hezaran kesên din birîndar bûn an jî bi êş û azarên demdirêj re rû bi rû man.   Ev êrîş, di çarçoveya Enfalê de pêk hat û wekî yek ji rûreşiyên herî mezin ên dîroka mirovahiyê tê qebûlkirin. Enfal bi temamî wekî jenosîd hate binavkirin, ku tê de bi dehan hezar Kurdên sivîl hatin tunekirin, bi sedan gund hatin wêrankirin û komkujiyên sîstematîk hatin kirin.   Helebçe ne tenê trajediyeke herêmî bû; ew bîranîneke giran a êş û êşên gelê Kurd e û di heman demê de bangewaziyeke xurt e ji bo hişyariya li hemberî polîtîkayên qirkirin û tunekirinê. Cîhanê di wê demê de pir caran bêdengiya xwe hilbijart, lê îro divê em vê yekê ji bîr nekin û nehêlin ku were ji bîr kirin.   Em Helebçeyê bi rêzdarî bi bîr tînin, şehîdên wê bi hurmet bi bîr tînin. Ji bo parastina hebûn, rûmet û azadiya gelê Kurd, bîranîna Helebçeyê divê bibe hêza me ya herî mezin a têkoşîn û yekîtiyê.   Helebçe ji bîr nabe, nayê jibîrkirin."