DEM Partiyê serdana cihên lehî li wan rabû kir 2026-03-16 16:47:09   ŞIRNEX - Şandeya DEM Partiyê çû serdana gundên Qilebanê yên lehî lê rabû û hezaz lê çêbû û banga çareseriyeke mayinde kir.    Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê, çû serdana gundên Qilebanê yên lehî lê rabûbûn û hezaz lê çêbûbû. Wekîlê DEM Partiyê yê bajar Mehmet Zekî Îrmez, hevserokên Meclisa Giştî ya Bajar û nûnerên partiyê yên Şirnex û Qilebanê di şandeyê de cih girt.    Şande ji ewil çû serdana gundê Şiwetê ku ji ber madena sifirê hezaz lê çêbûbû. Şêniyên gund agahî dan şandeyê û got ku waliyê bajar ji wan re gotiye “bedela çi dibe bila bibe dê maden bidome.” Welatiyan, xwest rêgeha rûbarê gund bê çêkirin, ew bi zor û zehmet ji karesatê filitîne û xwestin tevdîr bên girtin.    Şande piştre jî çû gundê Nêrwehê ku lehî rabûbû û hezaz çêbûbû. Welatiyên malên wan di di karesatê de zirar gihiştiyê, da zanîn ku bi sedan pezê wan ber lehiyê ketiye, bi xetereya teqîna Benava Kavşaktepeyê rû bi rû ne, piştî hezazê dîwarê bendavê deriziye ûgotin heke tevdîr neyên girtin dê karesatên mezin çêbibin.    Şandeyê, li gundê Nêrwehê daxuyanî da. Îrmez, di daxuyaniyê de banga çareseriyên mayinde li rayedaran kir. Îrmez, got ku şêniyên Nêrwehê dixwazin bên veguhestin û bang kir ku hêj karesatek pêk nehatî ev gund were veguhestin.