Ji DEM Partiyê peyama cejnê 2026-03-19 11:03:05   ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi boneya Cejna Remezanê peyam parve kir û hêvî kirin cejn bibe wesîleya aştiyê.    Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, bi boneya Cejna Remezanê, bi Kurmancî, Kirmanckî, Tirkî û Erebî peyam dan.   Di peyamê de wiha hate gotin: “Di van rojên cejnê de ku cejnên Remezanê û Newrozê li hev rast hatin, em hêvîdar in ku ji bo welatê me û herêma me bibe hêviya rojên aştiyê, ne yên şer."   Hevserokên DEM Partiyê destnîşan kir ku rêya vê yekê jî ji bo Tirkiyeyê Komara Demokratîk e, ji bo herêmê jî Rojhilata Navîn a demokratîk e û cejna Remezanê bi hêviya aştî, wekhevî û azadiyê li 86 milyon mirovî pîroz kirin.