Ji bo girtiyê nexweş ê giran bang lezgîn a tahliyeyê 2026-03-26 15:41:08   NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD'ê di banga ku li gelek bajaran kir de, ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam banga tahliyeyê ya lezgîn kir.   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  li gelek bajarran ji bo rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çan daxuyanî da  û xwest ku bê tahliyekirin.   Stenbol   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam li avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê da û di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam serbest berdin” hate daliqandin.    Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê Lijneya Rêvebir a ÎHD’a Stenbolê Davut Aslan ve hate xwendin. Aslan ev tişt got: “Em wek Komeleya Mafên Mirovan pêvajoyê ji nêzve dişopînin. Em bangî Wezareta Dadê û saziyên têkildar dikin ku Mehmet Emîn Çam û girtiyên berdin û bi berpirsiyarî rabin.”   Amed   Şaxa ÎHDê ya Amedê ji bo girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Çam were berdan daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a ÎHDa Şaxa Amedê Alî Îhsan Demîrtaş ve hat xwendin.Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHDê, diyar kir ku ragirtina girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Çam di serî de dibe binpêkirna mafê jiyanê.   Êlih   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê têkildarî rewşa girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Çam li ber avahiya xwe ya taxa Kulturê ya Êlihê daxuyanî dan. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Semra Guneş, Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik, endam û rêveberên DEM Partî û DBPê û yên ÎHDê û OHD’a Êlihê û gelek endamên saziyên civaka sivîl li wir amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em di girtîgehan de ne mirinê jiyanê diparêzin” û “Divê girtiyên nexweş serbest bêne berdan” hat vekirin. Metna daxuyaniyê endamê ÎHD’ê Zana Yucelbozkurt xwend.   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.   Wan   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê, têkildarî rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam li avahiya xwe ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser nexweşiyên Mehmet Emîn Çam û xwestin demildest bê berdan. Li eywana ku daxuyanî lê hat dayîn, pankarta “Girtiyên nexweş berdin” hat vekirin û hevserok û rêveberên ÎHDê di daxuyaniyê de amade bûn. Metna daxuyaniyê Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Kemal Tîbelîk xwendi. Kemal Tîbelîk bi bîr xist ku Mehmet Emin Çam ê 74 salî yê di Lîsteya Girtiyên Nexweş a komeleya wan de ye û da zanîn ku ew pêvajoya wî ji nêz ve dişopînin.   Colemêrg    Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya Şaredariyê ya kevin hate dayîn. Endamên ÎHD, OHD û kestê beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê rêvebirê İHD’a Colemêrgê parêzer Dundar Koç ve hate xwendin.   Enqere    Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê têkildarêi rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çap daxuyanî da. Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê ÎHD’ê Bariş Barişşk ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de ji bo tehliyeya Mehmet Emîn Çam bang hate kirin.   Sêrt   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê têkildarî rewşa girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Çam ê ku tevî nexweşiyên wî yên kironîk jî hene dîsa li girtîgeha tê girtin li ber deriyê avahiya xwe ya li Sêrtê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredarên Sêrtê, Hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên Sêrtê, rêveberên DÎSKê, rêveberên TAUY-DER û MEBYA-DER û yên ÎHD’ê û OHD’a Sêrtê û gelek endamên saziyên civaka sivîl li wir amade bûn. Pankarta ku li serê “Mirov bi mafên xwe mirov e” hatibû nivîsandin hate hilgirtin. Daxuyaniyê hevpar Hevseroka ÎHDa Sêrtê parêzer Zozan Akdogan xwend.   Îzmîr   Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê, derbarê rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam (74) li avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Li hola ku daxuyaniyê lê hat dayîn pankarta “Ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam banga lezgîn” hat daliqandin. Rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Nazli Turan metna çapemeniyê xwend.   Şaxên ÎHD’ê yên Edene, Hatay, Mersîn, Rihayê bi heman daxwazê daxuyanî dan û ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam banga tehliyeyê kirin.    Daxuyaniya hevpar a ÎHD’ê wiha ye:   “Agahî hatibû girtin ku girtiyê nexweş Mehmet Emin Çam ê 74 salî yê di Lîsteya Girtiyên Nexweş a komeleya me de ye û em pêvajoya wî ji nêz ve dişopînin, li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê tê ragirtin û ji ber xirabûna rewşa wî ya tenduristiyê hefteya borî rakirine nexweşxaneyê. Ji ber xirabûna rewşa wî ya tenduristiyê hefteya borî rakirine nexweşxaneyê. Mehmet Emin Çam di dîroka 18’ê adara 2026’an de birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê û ew di 19’ê adarê de jî bi gumanbarîya ‘tuberkulozê (verem)’ sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hatiye kirin. Hat zanîn ku piştî vê yekê Mehmet Emin Çam dîsa birine girtîgehê; lê belê derbarê rewşa wî ya tenduristiyê û pêvajoya sewqkirinê de agahiyeke zelal nedane malbatê.   ‘Nikare li ser piyan bimîne’   Malbatê agahî daye komeleya me ku Mehmet Emin Çam di 25.03.2026’an de dîsa birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Li gora agahiyên ji hevdîtinên malbatê hatine girtin, rewşa tenduristiyê ya Mehmet Emin Çam girantir bûye. Tê diyarkirin ku nikare li ser piyan bisekine, di axaftinê de zehmetiyê dikişîne û car caran hişê xwe winda dike û xizmên xwe nas nake. Di ser temenê wî yê mezin re, gelek nexweşiyên wî yên giran û piralî hene. Nexweşiya Mejî, Nexweşiya Dil, Nexweşiya Gurçikan, Felcbûn û Astengî û çend nexweşiyên din jî lê hene. Hatiye ragihandin ku çend hefteyên dawî gava kuxiye, ji devê wî xwîn hatiye. Ev tablo, ligel nexweşiyên wî yên giran ên heyî, rîskeke mezin û lezgîn ava dike.   Tevî rewşa wî ya krîtîk, Saziya Bijîşkiya Dadê (ATK) di 03.12.2025’an de rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” daye; daxwazên taloqkirina înfazê jî di 10.03.2026’an de hatine redkirin.   Dema ku temenê wî yê mezin, nexweşiyên wî yên kronîk û piralî û rewşa wî ya ku hewceyî tedawiya domdar e bi hev re bêne nirxandin; ne pêkan e ku Mehmet Emin Çam di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe bi tendurist bidomîne.“Ji bo ku bigihîje tedawiya domdar û bê navber, divê înfaza wî bê taloqkirin û bê berdan. Li gorî xala 16’an a Qanûna Hejmar 5275, di rewşên nexweşiya giran an jî astengdariyê de taloqkirina înfaza cezê pêkan e. Her wiha di çarçoveya xala 17’an a Destûra Bingehîn de, mafê her kesî heye ku li gorî rûmeta mirovahiyê bijî. Dewlet berpirsiyar e ku jiyan û tenduristiya girtiyên di bin çavdêriya xwe de biparêze.   ‘Berpirsiyar tevbigerin’   Dema ku temenê wî yê mezin, nexweşiyên wî yên kronîk û piralî û rewşa wî ya ku hewceyî tedawiya domdar e bi hev re bêne nirxandin; ne pêkan e ku Mehmet Emin Çam di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe bi tendurist bidomîne. Ji bo ku bigihîje tedawiya domdar û bê navber, divê înfaza wî bê taloqkirin û bê berdan. Li gorî xala 16’an a Qanûna Hejmar 5275, di rewşên nexweşiya giran an jî astengdariyê de taloqkirina înfaza cezê pêkan e. Her wiha di çarçoveya xala 17’an a Destûra Bingehîn de, mafê her kesî heye ku di hundirê rûmeta mirovahiyê de bijî. Dewlet berpirsiyar e ku jiyan û tenduristiya girtiyên di bin çavdêriya xwe de biparêze.   Banga tahliyeyê   Li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî; ragirtina girtiyên nexweşên giran di girtîgehê de û nepeydakirina xizmeta tenduristiyê ya pêwîst, tê wateya binpêkirina “mafê jiyanê” (xala 2’an) û “qedexeya îşkence û muameleya xerab” (xala 3’yan). Wek Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), em vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û em bi raya giştî re parve dikin ku me hewldanên pêwîst dane destpêkirin. Em di serî de Wezareta Dadê, bang li hemû saziyên peywendîdar dikin ku ji bo azadkirina Mehmet Emin Çam û hemû girtiyên nexweş bi lezgînî berpirsiyariyê bigirin ser milê xwe.”