Girtin û binçavkirin hatin şermezarkirin 2026-03-27 15:23:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî serdegirtinên malan, binçavkirin û girtinên piştî Newrozê daxuyanî hatin dayîn û wiha hate gotin: “Van sepanên derhiqûqî bi dawî bikin û girtî û biçavkiriyan demildest berdin. Ev sepan, zirarê didin pêvajoyê.”    Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi giştî li 53 navendan bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” Newroz hat pîrozkirin. Derheqê pîrozbahiyan de lêpirsîn hatin destpêkirin û gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Têkildarî serdegirtinên malan, binçavkirin û girtinan daxuyanî hatin dayin.    Edene    Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê jî li pêşiya Parka Înonuyê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Seyfettîn Aydemîr daxuyanî xwend. Aydemîr, wateya Newrozê ya ji bo gelê Kurd vegot û bertek nîşanî serdegirtinên malan, binçavkirin û girtinan da. Aydemîr, xwest girtîgeh bên valakirin, gavên hiqûqî bên avêtin û ciwanên hatine girtin tavilê bên berdan.    Riha    Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Nûnerê Rihayê yê TUHAY-DER’ê Serhat Durdu di daxuyaniyê de anî ziman ku ev zextên heyî zirarê didin pêvajoyê, ji bo pêşketina pêvajoyê divê rayedar tavilê gavên şênber biavêjin û girtiyên siyasî di çarçoveya rêgezên hiqûqa gerdûnî de demildest bên berdan.    Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.