‘Divê kiryarê Havîn Aşkan girtî bê darizandin’ 2026-03-28 09:02:38   Nazlican Nujîn Yildiz   ÎZMÎR - Yek ji parêzerên malbata Havîn Aşkan, Nevraz Sigin, têkildarê îdianameya derbarê mirina biguman a Havîn Aşkan de hatiye amadekirin axivî û da zanîn ku divê çawîşê pispor Î.T yê bi Havîn Aşkan re zeiwcandî girtî bê darizandin.   Li navçeya Bornova ya Îzmîrê di 24’ê Kanûna 2024’an de Havîn Aşkan li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest da. Çawîşê pispor Î.T ku bi Havîn Aşkan re zewicandî bû, di dîroka ku bûyer hat jiyîn de li malbatê geriya û îdia kir ku Havîn Aşkan întîxar kiriye.   Malbata Havîn Aşkan û parêzerên wan derbarê mirina biguman de ji sûcdariya "Ji qestî kes kuştin" der barê Î.T de serlêdana sûc kirin. Di dosyaya ku demek dirêj bû pêşketin tunebû, rojên borî de pêşketinek nû hat jiyîn. Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê der barê Î.T de ji sûcê "Ji qestî hevjîn kuştin" îdianame amade kir.   Îdianame ji aliyê 23’yemîn Dadgeha Ceza Giran a Edliyaya Îzmîrê ve hat qebûlkirin. Daxwaza parêzerên malbatê ya derbarê ku Î.T bê girtin hat redkirin. Der barê Î.T de biryara hefteyê carê li qerekolê îmze avêtin û tedbîra kontrola edlî ya ji bo derneketina derveyê welat hat dayîn. Runiştina yekemîn 21’ê Gulanê de ye   Yek ji parêzerên malbatê Nevraz Sigin derbarê mijarê de axivî û got kesekî ji sûcê "Ji qestî hevjîn qetilkirin" divê girtî bê darizandin û got: “Hedefa me eve ku ev kes girtî bê darizandin û em ê ji bo vê hewl bidin.”   ‘Gumanbar parastinê ji hev fêr dibin’   Nevraz Sigin daxuyakirin ku ew girîngiyê didin dosyaya Havîn Aşkan û yên wek vê û wiha pê de çû: “Ev dosya girîng in. Dema mêrek jinekê dikuje cezayê vê diyare. Ev bi delîlan jî dertê holê û li gorî rewşê cezayê muebeta giran digire lê bûyerên gumanbariyê zêde bûn. Ev çawa dibin? Wek dosyayên Havîn  Aşkan. Me bûyera bi vî rengî di ya Duygu Bolukbaşi de dît. Di dosyaya Havînê de dibêjin ‘Xwe bi derî ve darvekiriye’. An jî bûyerên wekê ‘xwe ji cihekî bilind de avêtiye’ tên dîtin.  Mêrê bi Havînê re zewicandî dibêje 'Agahiya min tunebû. Ez li odeya din razayî bûm.’ Dibêje întîxar kiriye. Ev rewş çima evqas zêde bûne, çima evqas bi gûman tên hiştin? Divê em vê lêkolîn bikin. Ji ber gumanbar van parastinan ji hev fêr dibin. Dibêjin ‘em çawa dikarin bi gûman bihêlin’. Gumanbar ji gumanan fêdeyê digirin. Delîlan ji holê radikin û vê ji hev fêr dibin. Gumanbar hevjînê Havînê ye û peywirdarê cendermeyane. Vê di serê me de pirsnîşan hişt. Demên ewil qet nehat binçavkirin. Sewqa girtinê nehat kirin.Wek şahid îfade hatibû girtin. Lê bi zexta rayagiştî û hewldanên me îdianame hat amade kirin.”   ‘Em vê rewşê ji ber polîtîka bêcezahiştinê dijîn’   Nevraz Sigin destnîşan kir ku dosyayên bi vî rengî bi rehetî di gûmanbariyê de tên hiştin û biryara neşopandinê tên dayîn û wiha bi lêv kir: “Pir kes vê pêkanînê jî nabînin. Bêyî derkevin pêşberî dozger dosya tê girtin. Niha di dosyayê de aliyê baş ev e ku îdianame hat amadekirin. Îdianame ji aliyê Dadgeha Ceza Giran ve hat qebûlkirin. Bêgûman hîna derbasî asta darizandinê nebûye. Di meha Gulanê de runiştina me heye. Dosyayên mirinên bi gûman yên jinan, dosyayê krîtîk in. Dosyayên ku bi kêliyên biçûk dikarin tevahî derkevin holê ne. Ji ber vê jî di çarçoveya dosyayê de îfadeyên berfireh gelek bi mantik in. Lê divê em vê bêjin. Ev kes rojekê jî girtî nema. Niha ji sûcê ‘ji qestî hevjîn kuştin’ tê darizandin û ji cezayê muebeta giran tê darizandin. Lê rojekê jî girtî nemaye. Ev ne normal e. Di vî alî de ne normale; em dinêrin mirov ji ber tweetekê tên girtin. Ji ber heqereta li serokomar an jî tiştekî din tên girtin, bi mehan girtî dimînin. Divê ev kes demildest bê girtin. Hedefa me ya niha girtina gumanbar e. Ji bo vê em hewl didin. Dadgehê ji bo gumanbar şerta kontrola edlî da. Daxwaza me ya girtinê red kirin. Gelo çima gumanbar ne girtî tê darizandin?”