DEM Partiyê êrîşên li ser Dihok û Hewlêrê şermezar kir 2026-03-28 22:56:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan êrişên hêzên girêdayî Îranê li ser Dihok û Hewlêrê şermezar kirin.   Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokratiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan têkildarî êrişên li ser Dihok û Hewlêrê daxuyaniyeke nivîskî dan. Hevserokên DEM Partiyê êrîşên ji aliyê hêzên Îranê ve li Dihok û Hewlêrê hatin kirin û bombebarankirina mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kirin û wiha gotin, “Ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê û gelê Kurd re derbasî be.   Em ji ber êrişên ku di hefteyên dawî de li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin pir xemgîn û bifikar in. Hikûmeta Îranê êrişên ku çend roj berê dîsa li ser Hewlêrê hatibûn kirin wekî “şaşî” bi nav kiribû û soza lêpirsînê dabû. Divê ji bo êrişên îro demildest daxuyaniyê bide û berpirsyaran darizîne.   Herêma Kurdistanê bi berdêlên mezin gihîşt vê qonaxê. Zelal e ku bi van êrişên hanê dixwazin şer û pevçûnê li herêmê belav bikin. Em ê weke do îro jî li dijî vê zîhniyeta ku dixwaze erdnîgariya Kurdan bikişîne nav şer têkoşîna xwe bidomînin.”