Nûn: Azadiya Abdullah Ocalan kilîta rizgarkirina gelan e 2026-04-03 13:23:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kilîta azadiya gelan û jinan e û banga seferberiyê kir.   Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan bi boneya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 4'ê Nîsanê xaleke veguherînê di meşa azadiya gelan û jinan de ye û hate gotin: "Di meha Nîsanê de erd şîn dibe, xweza geş dibe û careke din îradeya berxwedanê û hêviyê derdikevin holê. Rojbûna Rêbertî jî berbangeke ku rêya bindestan ronî dike û etibara gelê Kurd piştî sedên salan ji înkarê, vegerand."   Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan bi raman û nêrînên xwe yên ji bo civakek demokratîk xalek girîng di têkoşîna li dijî pergalên baviksalar ên zordar de nîşan da. Her wiha hate gotin: " Van pergalan jin û mirovahî bi hezaran salan di jêrzemînên tarî de hiştibûn. Lê berbanga 4'ê Nîsanê şahidiya jidayikbûna hişmendiyek nû kir. Felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" kumpasek ji bo hebûnek bi rûmet û jinên Kurd e û bû modelek ronesans û avakirinê."   Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku  Abdullah Ocalan her timî dengê muteql ê azadiyê bû û banga rizgarkirina gelan ji despotîmzê dike.   Di daxuyaniyê de bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan û girtina wî hat kirin. Hate gotin, Abdullah Ocalan huceya lê hatiye ragirtin veguhert platforuma ronakbîrî û jêderên heqîqetê.   Însiyatîfê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ne tenê pergala kapîtalîzmê rexne dike, di heman demê de ji bo aştî, rawestandina herkîna xwînê û avakirina civakeke demokratîk gelek  caran bangawazî ji girîgehê kir. Hate diyarkirin ku bangên aştiyê yên ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatine kirine, ji cîhanê îsbat kir ku rêyek din a ne şer heye ku gelên herêmê dikarin di nava pergaleke demokratîk a komînal de bi hev re bijîn.   Di dewama daxuyaniyê de hate gotin "Şaştiya mezin a ku gelek kes dikin ew e ku Rêber Abdullah Ocalan wekî rêberekî an jî kesayetek siyasî ya jê rêzê dibînin, lê heqîqet kûrtir e; Ocalan bi gelekî jî sînorê kesayetî derbas kiriye û bûye nasnameya tevahî gelên ku bi sedên salan hatibûn çewisandin û paşguhkirin. Rêber Ocalan rastiyeke zindî ya têkoşîna gelê Kurd a ji bo hebûn û naskirinê ye. Doza wî ne doza ferdekî ye, lê belê doza neteweyekê ye ku dixwaze bi azadî li ser axa xwe û bin asîmanê xwe de bijî. Lew ra jî  azadiya wî ya fîzîkî ne tenê daxwazeke hiqûqî ye ku wî tenê eleqedar dike, lê belê sembola azadiya tevahî gel e. Azadiya wî tê wateya hêviya azadiyê û rakirina zinarê giran ê li ser sînga bi milyonan mirovan. Di heman demê de azadiya wî dê rê li ber naskirina destûrî û qanûnî ya gelê Kurd wekî hêmanekî bingehîn di komara demokratîk a Tirkiyeyê de veke. Bi kurtasî: Rêbertî ne şexsek tenê ye, lê belê gel e."   Di daxuyaniyê de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wekî kilîta azadiya jinan û gelan  û mîsogerkirina berdewama pêvajoya aştiyê ya ku 27'ê Sibata 2025'an bi banga wî re hatibû kirin hat binavkirin. Hate gotin "Me merheleya pêşîn a têkoşînê pêk anî. Em nêzîkî merheleyek nû dibin. Tê xwestin ku em têkoşînê mezintir bikin da ku astengiyên li pêşiya azadiya wî rakin, da ku qanûnên parastina mafên mirovan di jiyan û têkoşînê de pêk werin, her wiha da ku mafê hêviyê pêk were û astengiyên li pêşiya aştiyê bêne rakirin."   Di daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rêxistina Pêşîgirtina li Îşkenceyê, tevahî akademîsyen, demokrat  û têkoşeran hat kirin ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan seferber bibin. Bang li dewleta Tirk û saziyên wê dadwerî û siyasî jî hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne; qanûnên entegrasyona demokratîk derbixe.