Li Qendilê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê 2026-04-03 21:42:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Binarê Qendîlê bi tevlîbûna hezaran kesan 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina PJAK'ê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate destnîşankirin ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn were mezinkirin.   Îro li Binarê Qendîlê bi beşdariya bi hezaran jin, welatparêz û azadîxwazên ji Başûrê Kurdistanê, bi boneya 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin.   Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevseroka Meclisa Gel a Binarê Qendîlê Lavan Mistafa peyama meclise xwend û tê de wiha hate gotin; “4’ê Nîsanê ne tenê rojeke, lê ji bo gelekê bindest destpêka dîrokeke nû ye. Rêber Apo felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ kir bingehê gerdûnê.”   Di peyamê de hat gotin ku Îmralî bûye navenda berxwedana cîhanî û soz hat dayîn ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were, ewê têkoşînê bidomînin.   Berivan Mihemed peyama Kongreya Star jî xwend, ku tê de rola pêşeng a jinan di ramana Abdullah Ocalan de hate destnîşankirin û jin weke hêza bingehîn a guhertina demokratîk li herêmê hate pênasekirin.   Di merasîmê de, Sarya Luqman, li ser navê xelkê welatparêz yê Rojhilatê Kurdistanê, peyamek pêşkeş kir û wiha got; “Damezrandina PJAK’ê di sala 2004’an de û YPJ’ê li Rojava werçerxaneke dîrokî bû. Bi sûdwergirtina ji felsefeya Rêber Apo, PJAK’ê karî şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bigihîne lûtkeyê.”   Paşê Dr. Rizgar Hesen, çalakvanekî ji çiyayên Qendîlê, peyama herêma Sêweys xwend. Di peyamê de wiha hat gotin: “4’ê Nîsanê cejna şiyarbûna neteweyekê ye. Rêber Apo fîlozofê ku têgeha azadiyê kir rastî ye. Çandina daran di vê rojê de sembola nûkirina peymana dilsoziyê ya bi Rêber Apo re ye.”   Her wiha di pîrozbahiyê de, koma zarokan a Binarê Qendîlê bi çend stranên şoreşgerî beşdarî şahiyê bû.