Turnuvaya Fûtbolê ya Rojîn Kabaîş hat destpêkirin 2026-04-04 16:00:00   ÎZMÎR - Jin û ciwanên ku di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Rojîn Kabaîş de li hev kom bûn, li dijî tiryakê û kuştina jinan peyama "Em bi hev re derng derxînin" dan.    Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Îzmîrê bi dirûşmeya "Ne tiryak, jiyan" Tûrnûvaya Fûtbolê ya Rojîn Kabaîş da destpêkirin. Li qada ku dê turnuva bê lidarxistin de pankarta "Ne tiryak, jiyan" hat daliqandin.    Beşdar û temaşevanên beşdarî tûrnûvayê bûn bal kişandin ser ne wekheviya zayendî û peyama "Em bi hev re derng derxînin" dan.