Doza kuştina Narîn Guran hat taloqkirin 2026-04-06 20:17:37   AMED - Danişîna doza kuştina Narîn Guran li Amedê didome. Dozger xwest ku cezayê muebbeda girankirî li bersûc Nevzat Bahtiyar were birîn. Şandeya dadgehê doz taloqî 16’ê nîsanê kir.   Narîn Guran a 8 salî di 21’ê Tebaxa sala 2024’an de winda bû û cenazeyê wê 18 roj piştre hate dîtin. Yek ji bersûcan Nevzat Bahtiyar ku ji ber sûcê “Tunekirina delîlan, veşartina delîlan an jî guherandina cihê wan” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn, ji nû ve tê darizandin. 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind biryar da ku Nevzat Bahtiyar di çarçoveya sûcê “alîkarîdayîna sûcê kuştina biqesdî ya biwesf” were darizandin û biryara dadgehê betal kir.   Danişîna ewil a ji nû ve darizandinê ya Bahtiyar, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Endamên malbata Narîn Guran, parêzerên wan, Nevzat Bahtiyar û parêzerên wî li eywanê amade bûn. Di rûniştina duyemîn a danişînê de dadgehê diyar kir ku bi piraniya dengan biryara Dadgeha Bilind qebûl kirine.   Parêzerên malbata Guran diyar kirin ku parastinên di dozê de bi kamerayan tên kişandin, gelek dirêj in, xwestin van qeydan bibin aliyan û daxwaza wan a berfirehkirina lêpirsînê bê qebûlkirin.   Her wiha parêzerên malbata Guran xwestin dîmenên kêliya Narîn Guran ji hevrazî diçe jorê bên temaşekirin. Dadgeh, daxwazên parêzeran red kir. Her wiha dadgehê da zanîn ku daxwazên parêzerên malbata Guran ên ji 10 xalan pêk tê hene û ev daxwaz ji ber qebûlkirina biryara betalkirinê ya Dadgeha Bilind red kiriye.   Piştre jî dadgehê saet û nîv navbera da danişînê. Piştî danişînê jî dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest ji ber sûcê “kuştina biqesdî” cezayê muebbeda girankirî li Bahtiyar were birîn. Bahtiyar û parêzerên wî gotin ew tev li mutalaayê nabin.