KJAR: Girtiyên jin ên siyasî di bin metirsiya darvekirinê de ne ! 2026-04-08 10:53:10   NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku girtiyên jin ên siyasî her kêliyê dibin metirsiya darvekirinê dene û got: “Li dijî cezayê darvekirinê divê rawestin, taybet rêxistinên mafên mirovan ji bo rawestandina van cezayan divê gavên lezgîn bavêjin.”   Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî biryar û pêkanîna cezayên darvekirinê yên girtiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Darvekirin, di nava van 47 salên desthilatdariyê de, siyaseteke din a redkirina mafên mirovan ya li Îranê ye. Têkoşerên wekî Zeyneb Celaliyan, Pexşan Ezîzî, Spîde Qûliyan, Nêrgiz Mihemedî û Şerîfe Mihemedî her kêliyê dibin metirsiya darvekirinê dene.”   Her wiha hat diyarkirin ku KJAR wekî hêzeke ku ji vîna jina şervan ji dayik bûye, li dijî darvekirinê dê raweste; ji ber ku dadperweriyê di qetilkirinê de nabîne, berovajî wê di rizgariyê de dibîne. KJAR bang li hemû sazî û dezgehên mafên mirovan kir ku ji bo rawestandina darvekirina girtiyan gavên lezgîn û bibandor bavêjin.   Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye:   “Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), careke din bi dengekî bilind û vîneke polayî, dijberiya xwe ya tund li hemberî cezayê darvekirinê yên nemirovane radigihîne. Darvekirin ne dadperwerî ye û ne jî bersive; ew amrazeke ji bo bêdengkirina dengên ku qala azadî, rûmet û mafê jiyanê dikine.   Em jinên vê axê ku di dirêjahiya dîrokê de barê giran ê zordarî, cudakarî û çewisandinê li ser milên xwe hilgirtine, îro di pêşengiya parastina jiyaneke azad de dimeşin. Dengê me, dengê dayikên ku di riya azadiyê de zarokên xwe winda kirine ye, dengê xwişkên ku li benda vegera ezîzên xwe ne, dengê jinên ku êdî bêdengiyê qebûl nakine, dengê jinên ku ji lûtkeyên çiyayên Zagrosê ve ji bo rizgarkirina welatê xwe gav avêtine qadên şer û dengê hemû wan gelane ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin.   Bi salane girtiyên siyasî yên jin ên wek; Zeyneb Celaliyan, Pexşan Ezîzî, Spîde Qulyan, Nêrgiz Mihemedî, Şerîfe Mihemedî û girtiyên din ên jin ku daxwaza mafên mirov kirine, bi îradeya xwe ya polayî ya li dijî kiryarên êşkenceyê rabûne û ji bo hemû jinên Îranê bûne sembola têkoşîn û berxwedaniyê. Vê yekê jî rê li ber tirsa rejîma kolonyalîzim a Îranê vekirye.   Van jinan bi israra di çanda şerkirin û redkirina teslîmbûnêde navê xwe di salnameya berxwedana cîhanê de tomar kirine. Berpirsiyariya Raperînê ji bo parastina wan, li ser milê hemû wan wijdanên ku ji bo azadiyê têdikoşin girane.   Em li dijî mirinê rabûne ji berku me jiyanê hilbijartiye. Emê li dijî zilmê bisekinin, ji berku em azadiyê bi mafê xwe dizanin. Em li dijî darvekirinanin, ji berku dadperweriyê di kuştinê de nabînin, em di rizgariyê de dibînin.   Baweriya me bi paradîgmaya civaka demokratîk heye ku rêzê li hemû nasnameyên netewan digre. Di van rojên şer de ku bala cîhanê li ser şere, rejîma Îranê dûrî çavên çapemeniyê cezayê darvekirinê li ser girtiyan pêktîne. Daxwazê ji hemû kesên rewşenbîr dikîn ku li  beramberî van kiryarên dervey mirovahiyê bêdeng nebin.   Jin, Jiyan, Azadî, ji darvekirinê re na, erê ji bo jiyan, azadî û rûmeta mirov.”